Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mustafa Koçakê ku li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Hejmar 1ê ya Şakranê dihate girtin û ji bo darazeke adil rojiya mirinê digirt, koça dawî kiriye. Koçak 297 roj in rojiya mirinê digirt.
Koçakê bi rêya parêzerên xwe ji bianetê re nameyek şandibû û wiha gotibû:
“Navê min Mustafa Koçak, ez 28 salî me. Heta roja ku ez hatim girtin, li Esenyurta Stenbolê, li gel malbata xwe dimam. Yek ji zarokên wê malbata xizan bûm, ku tev lî min çar zarokên wan hene. Di zaroktî û ciwantiyê de ji bo alîkariya malbatê min karên weke fêkîfiroşî, firotina kelûpelên ji bo taştê û gelek karên din kir. Ev jiyana min bi desteserkirina min a 23yê Îlona 2017ê de guherî.”
Koçak li ser îfadeyên şahidan û bi tohmeta “binpêkirina Dadgeha Destûrî” bi cezayê miebeta girankirî hatibû cezakirin. Koçak ji bo ku adilane were dadgehkirin rojiya mirinê girtibû. Dosyaya Koçakî li ber destê Dadgeha Bilind e.
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind xwestibû ku cezayê wî were erêkirin.
Rojiya mirinê berdewam dike
Ayşegul Çagatay, Parêzera Koçakî vê sibehê daxuyaniyeke wiha weşandiye: “Mistefa koça dawî kir lê hîna rojiya mirîye berdewam dikin, parêzer Ebrû Timtik di roja 113, Aytaç Unal 82, endamê Grup Yorumê Îbrahim Gokçek 312, Didem Akman û Ozgur Karakaya 62an de ye. Roj gelekî bi lez û bez û metirsîdar diborin, dema berxwedêran her diçe hindik dimîne…”
Xuşka wî gotibû, "em wî ji vir bi zindî derxin bes e"
Mîne Koçak, xuşka Mûstafa Koçakî di 293em roja rojiya mirinê ya birayê xwe de ji bianetê re wiha gotibû: “Doktoran eşkere kiriye, ji ber rewşa tenduristiya wî ya heyî ew nikare birêve biçe. Em nizanin ka carekîn ew dikare birêve biçe, lê grîng nîne. Em wî ji vir bi zindî derxînin bes e.
“Birayê min got, piştî midaxaleya 40 roj berê ez nikarim birêve biçim, di laşe min de şewat heye, laqê min werimîne û bin lingê min av girtiye. Didanê birayê min dikeve, gelek lawaz bûye û bûye 29 kîlo. Canê wî diêşe û ji ber êşê nikare rakeve.
"Birayê min dê ji vir derkeve, dibe ku hez ji keçekê bike û dibe ku bizewice...Hê ciwane, min ew bi kefen hîç xeyal nekirîye. Ez naxwazim ew bi tabûtê ji vir derkeve, ez naxwazim birayê min bimire." (AY/FD)