Mûstafa Koçakê di rojiya mirinê de ye bûye 29 kîlo
![Mûstafa Koçakê di rojiya mirinê de ye bûye 29 kîlo](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/223/228/original/mistefa.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
“Birayê min dê ji vir derkeve, dibe ku hez ji keçekê bike û dibe ku bizewice…Hê ciwane, min ew bi kefen hîç xeyal nekirîye. Ez naxwazim ew bi tabûtê ji vir derkeve, ez naxwazim birayê min bimire.”
Piştî li Girtîgeha Bûcayê Covîd-19 li girtiyekê hatiye tespîtkirin malbata Mustafa Koçakî diyarkiriye, xem û metirsiyên me zêdetir bûne. Mûstafa Koçak di Girtîgeha Şakrana Îzmîrê de tê girtin.
Mîne Koçak, xuşka Mustafa Koçak ji bîanetê re axivî û got, birayê min hê ciwanê, ez nexwazim ew bimire.
Mûstafa Koçak 28 salîye, 293 roje di rojîya mirinê de ye û bûye 29 kîlo.
"Ew bi xwe jî dibêje dema min pir nemaye"
Mîne Koçak û malbata xwe sekna xwe ya li pêş Girtîgeha Şakranê didomînin. Koçakê got, "Ez herî dawî duh bi birayê xwe re bi telafonê axivîm" û weha pê de çû:
“Birayê min got, piştî midaxaleya 40 roj berê ez nikarim birêve biçim, di laşe min de şewat heye, laqê min werimîne û bin lingê min av girtiye. Didanê birayê min dikeve, gelek lawaz bûye û bûye 29 kîlo. Canê wî diêşe û ji ber êşê nikare rakeve.”
Nikare pêdivîyên xwe bi tenê pêkbîne
Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, Pispora Tipa Edlî û Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) derbarê rewşa Koçakî de raporeke tibbî amade kiribû.
Li gor raporê birînên di laşê Koçakî de hene di çarçoveya îşkence yê de tê nirxandin û mayîna wî li girtîgehê jiyana wî dixe metirsiyê. Her weha di raporê de hatiye gotin, bejna Koçakî 165 santîmetre ye û bûye 30 kîlo.
Parêzerên Koçakî ji bo serbestberdana Koçakî bi rapora “nabe di girtîgehê de bimîne” serî li Dadgeha Bingehîn û dozgeriyê dabûn. (AS/AY/FD)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket
![Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket](https://static.bianet.org/haber/2023/10/03/gazeteci-aysenur-arslan-ifadeye-goturuluyor.jpg)
Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin
![Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/284/275/original/44bb.jpg)
Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim
![Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/283/600/original/celalettin-can-tutuklama.jpg)
DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye
![DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/280/248/original/66bb.jpg)
Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
![Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/274/869/original/hatay.jpeg)