Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hevserokê PYDê Salih Muslim derbarê êrişên artêşa tirk (TSK) ku duh pêk anîbûn de ji Sputnik Kurdistanê re axivî.
Salih Muslim daxuyaniya TSKê ku digotin 18 çeperên YPGê hatiye bombekirin û navbera 160-200 şervanên YPGê hatine kuştin, derewand. Muslim her wiha aghiyên ku dibêjin YPGê ji Efrînê ber bi Hatayê ve top barandiye jî bi tundî derewand û ragihand ku di encama êrişên TSKê de 11 şervanên ji hêzên herêmî û gelek welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.
“Êrişên TSKê, li dijî welatiyên sivîl in”
Salih Muslim derbarê êrişên TSKê de wiha got: “Tirkiyeyê bi operasyonên xwe yên bakurê Sûriyeyê sivîlan hedef digire. Di êrişa Tirkiye ya bakurê Sûriyeyê de 200 şervanên YPGê nehatine kuştin û ev nerast e. Tenê ji hêzên herêmî 11 kesan jiyana xwe ji dan. Balafirên Tirkiyeyê ji bo piştgiriya rêxistina terorîst a DAIŞê bombe bi ser xelkê herêmê ve barandin, xelk û hêzên herêmî kuştin. Tirkiye tim êrişî Rojava dike, di van demên dawî de jî êriş dike lê ev daxuyaniya ku 200 şervan hatine kuştin qet ne rast e. Rastiya wê ev e ku Tirkiye êrişî sivîlan dike û wan dikuje.”
“YPGê, ticarî êrişî Tirkiyeyê nekiriye”
Salih Muslim got: “êzên YPGê ji bajarê Efrîna Sûriyeyê tu top û hawan navîtine Hatayê û ev îdîa derew e. Her wiha dibêjin Serokê Dewleta Sûriyeyê çek û cebilxane dane YPGê ev jî derew e me ji wan tu çek wernegirtine û hevdîtinên me bi rêvebirên Şamê re çênebûye.”
“Me ji Esad çek hilnedaye”
Muslim wiha got: “Tiştên Esad gotine, qet ne rast in. Em ne çekan distînin ne jî hevdîtin hene. Li gorî min, Esad dixwaze peyamekê bide hinekan lewra vî tiştî dibêje. Bi qasî em dizanin, teqez Esad ne çek dane hêzên me yên çekdar û ne jî hevdîtinên me hene.”
“Eger PKK nebûya wê Şengal ji holê bihata rakirin”
Muslim derbarê operasyona Mûsilê de got: “Niha her kes dibêje, "çima PKK dixwaze beşdarî operasyona Mûsilê bibe?". Heman tişt ji bo Şingalê jî hat gotin. PKK nebûya, tiştek bi navê Şingal jî nedima. Eger îro behsa Şingal û êzidiyan dibe, ew bi xêra PKK û YPGê ye. Lê ti hêzên girêdayî YPGê li Mûsilê tine ne. Kesî venexwend jî. Lê rêxistina bi navê DAIŞ ya neyara kurdan li kû be jî, YPG amade ye li dijî wan şer bike. Eger bê xwestin ku YPG li Mûsilê li dijî DAIŞê şer bike. em dikarin beşdar bibin.”
“Tirkiye bi ti awayî li dijî DAIŞê şer nake”
irkiye ticarî ji bo şerê li dijî DAIŞê tev li operasyonê nabe. Tirkiye her ji bo piştgiriya DAIŞê heye. Ji xwe me li Kobanî û Şingalê dît bê Tirkiye têkiliyên çawa yên Tirkiyeyê bi DAIŞê re hene. Niha Tirkiye riha DAIŞiyan kur dike û wan dişîne bi ser kesên din de û cihên wan diguherînin. Tirkiye niha têkeve Mûsilê, dê heman tiştî bike. Hêzên Tirkiyeyê yên li Başîqayê ticarî nebûne li dijî DAIŞê lê berovajî wê, çûne wir ta ku alîkariya wê bikin. Vê ji bîr nekin. Tirkiye ticarî li dijî DAIŞê şer nake.”
(HK/YO)