Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duh (15ê Sibatê) bi mûşekan êrîş birine ser Balafirxaneya Hewlêrê û di encamê de sivîlek miriye, 5 karmendên bipeyman û leşkerekî amerîkî birîndar bûne.
Ajansa Anadolûyê (AA) diyar kiriye ku du mûşek li Balafirxaneya Hewlêrê ketine ku baregeha leşkerî ya DYAyê li wir e. Her weha yek jê jî li derveyî balafirxaneyê ketiye.
Rûdawê di nûçeya xwe de ragihandiye ku dengê heşt teqînan li ser hev hatiye.
Rayedarekî payebilind ji Rûdawê re gotiye ku “Mûşek ji navçeya Dûbiz a Kerkûkê hatine avêtin û Heşdî Şebî ew êrîş pêk anîne.”
Wezareta Karûbarên Navxweyî ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku saet li derdora 21.30 deqîqeyan çend mûşek ketine Hewlêrê. Wezaretê ji welatiyan xwestiye ku ji malên xwe dernekevin.
Ji ber êrîşan geştên asmanî yên Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêrê sekinîne. (EKN/FD)