Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nivîskar Mûrat Saat ku li Girtîgeha Tîpa T a hejmar 2yê ya Bandirmayê nexweş ket li Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturk a Balikesîrê çû ser dilovaniya xwe.
Saat 21 sal in ku di girtîgehê de bû û 42 salî bû.
Mafparêz Husnu Ondul yek ji vakar û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem derbarê mirina xwarziyê xwe de ji bianetê re got ku derbarê pêvajoya rakirina wî ya nexweşxaneyê de ti agahî li bal wan nîne lê ew wisa difikirin ku di dema li nexweşxaneyê de bû girîngî dane dermankirina wî.
Nivîskar û rojnameger Huseyîn Aykolî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha nivîsî bû: “Dilê Mûrat Saat ê li Girtîgeha Tîpa T a hejmar 2yê ya li Bandirmayê dimîne sekiniye. Li ser rêya nexweşxaneyê de di wesayita rîngê de dilê wî disekine, li nexweşxaneyê careke din dixebite. Mûrat Saat li beşa nexweşiyên giran hatiye dermankirin û ew rakirine Balikesîrê û li vir anjiyo bûye. Dihêlin ku razê û car caran tê hişyarkirin.”
Aykolî piştî agahiya mirina Mûrat Saatî belav bû wiha nivîsî: “Dema hevalên de qîriyan û ragihandin ku tu ber bi rêwitiya dawiyê de diçî, min hewl da ku ez dinyayê rakim ser piyan lê me nekarîbû te bi şûn da bianiya. Li min bibore!”
Hevalên wî yên girtîgehê nivîsandin ku bi rînge ew birine
Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê ragihand ku 13yê Kanûna Pêşiyê dilê Saatî sekiniye û li şûna ambulansê ew bi wesayita rîngê birine nexweşxaneyê.
Ertan Tan ê ku li Girtîgeha Tîpa T a hejmar duyê ya li Bandirmayê di nameya xwe de diyar kiriye ku dereng mudaxeleyî Saatî hatiye kirin.
Derbarê Mûrat Saatî de
Sala 1975ê li Samsûnê ji dayik bûye.
Sala 1996ê di 21 saliya xwe de, hat desteserkirin. Di doza Partiya Gel a Şoreşger (DHP) de li Amedê hat dadgehkirin. Heman salê cezayê muebetê yê girtinê danê. Ji wê rojê û vir ve di girtîgehê de ye.
Demeke dirêj il Girtîgeha Tîpa F a hejmar 2yê ya li Sîncanê girtî ma, di serê 2016yê de ew şandin Girtîgeha Tîpa Ti a hejmar 2yê ya Bandirmayê.
Li Girtîgehê çîrok dinivîsandin.
Pirtûka wî ya bi navê “Heke na tu hevalê min î herî baş e?” li gel nivîskar Mehmet Ergunî, sala 2014ê Xelata Çîrokan a Komeleya Rojên Çîrokan a Enqereyê ya Navnetewî stand.
Roja hevdîtina bi malbata xwe re pê hisiya ku xelat wergirtiye. (AS/FD)