Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî polîsan 5 rojan Murat Ozyaşarê dersdar û nivîskar dester kir, îro serbest berda.
Jina Murat Ozyaşarî ya ku editora T24/K24ê ye li ser hesabê xwe yê Twitterê agahîya berdana wî belav kir.
Murat aradı, serbest bırakılmış! #MuratÖzyaşar
— Sibel Oral (@sibeloral) October 7, 2016
Muratî bakir, serbest hatiye berdan!
Ozyaşarî Xelata Yunus Nadî û Haldun Tanerî standiye. Polîsan di yekê Çiriya Pêşiyê de bi ser mala wî de girtibû û paşê ew biribû Diyarbekirê(Amedê).
Ozyaşarî li diyarbekirê dersdarî dikir û ji bo Stenbolê hatibû tayînkirin. Ozyaşar li benda destpêkirina dewra perwerdeyê bû. (ÇT/MB)