Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mûrat Kûrûm, Wezîrê Hawîrdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê li Dîlokê li Navenda Koordînasyona Erdhejê ya Serokatiya Rêvebiriya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) daxuyanî daye.
Kûrûm daye zanîn ku heta niha li Dîlokê 3 hezar û 729 kes mirine û hejmara welatiyên ku bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji bin xirabeyan hatine rizgarkirin 15 hezar û 10 e.
Her wiha Kûrûm diyar kiriye ku li Dîlokê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di 18 xerabeyan de berdewam dikin û di 1306 xerabeyan de jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûne.
Kûrûm destnîşan kiriye ku li bajêr 23 hezar personelan dixebitin.
Wezîr Kûrûm aşkere kiriye ku li 10 bajarên erdhejan lê bandor kiriye, 307 hezar û 763 apartman hatine lêkolînkirin û ji wan 41 hezar û 791 apartman bi xisar in û divê bilez bên hilweşandin. Ev jî dike 190 hezar xanî û kargeh.
Kûrûm weha gotiye:
“Heta niha me li 10 bajaran 307 hezar û 763 avahî ango milyonek û 586 hezar û 901 xanî û kargeh lêkolîn kirine. Me tesbît kir ku ji vana 41 hezar û 791 avahî bi xisar in û divê bên hilweşandin. Ev jî dike 190 hezar û 172 xanî û kargeh. Bi gotineke din 190 hezar mal û kargehên me wêran bûne û zirareke mezin dîtine.”
“Her weha li seranserê Dîlokê li 10 hezar û 777 avahiyan derdora 24 hezar û 700 xanî û kargehan zirareke mezin dîtine û bi xisar in.”
(HA/AY)