Ji bo nûçeya tirkî/îngilizi bitikîne
Mûrat Kûrûm, Wezîrê Hawîrdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê xebatên tespîtkirina xisaran de agahî parve kiriye.
Kûrûm diyar kiriye 7 hezar û 100 personel xebatên tespîtkirina xisaran didomîne û weha got: “387 hezar û 346 apartman hatine lêkolînkirin û ji wan 50 hezar û 576 apartman bi xisar in û divê bilez bên hilweşandin. Her weha 279 hezar û 655 avahî jî hatine tespîtkirin ku hinek ji wan kêm xisar in ango bê xisar in.”
Li gorî daxuyaniya wezaretê heta niha mîlyon û 856 hezar û 864 xaniyan de lêkolîn hatiye kirin. Di xebatan de 50 hezar û 576 apartman bi xisar in û divê bilez bên hilweşandin. Di wan de 224 hezar û 923 xanî hene.”
Hatiye diyarkirin ku di 11 hezar û 114 avahiyan da 71 hezar û 174 xanî bi sivikî zirar dîtine, di 99 hezar û 300 avahiyan da 640 hezar û 131 xaniyan kêm zirar dîtine, di 180 hezar û 355 avahiyan da jî 762 hezar û 627 xanî bê xisar in.
(AS/AY)