Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Mafparêz û rojnameger Mûrat Çelîkkan, îro dikeve girtîgehê.
Rojnameger û hevalên wî yên ji rêxistinên mafan ji bo Murat Çelikkanî bernameya oxirkirinê lidar xist.
Derbarê Çelikkanî de ji ber Nobedariya Berpirsê Weşanê ya Ozgur Gundemê doz hatibû vekirin û sal û 6 meh ceza standibû.
Rojnameger, Nadîre Mater, Tûgrûl Eryilmaz, Yildirim Turker, Mehmet Guç û hunermend Denîz Turkalî, xebatkarên Navenda Bîr, Edalet û Rastiyê ya ku Çelîkkan dîrektorê wê ye, mafparêz, hevalên wî yên rojnameger û parêzera wî Emel Akaturk Sevîmlî beşdarî bernameyê bûn.
Çelîkkan ji hêla hevalên xwe ve bi henekên weke “Ji bo ji jiyana bifişar û antîdemokratîk a li derve rizgar bibe reviya girtîgehê” hat birêkirin.
Heke Çelîkkanî piştî ku 45 rojan di girtîgehê de bimîne û nikaribe ji yaseya serbestiya bikontrol sûdê werbigire, di çarçoveya yaseya çespandinê de wê bibe rojnamegerekî girtî.
Derbarê Mûrat Çelîkkanî de
25 sal in rojnamegeriyê dike û di vê demê de weke nûçegihan, edîtor, qunciknivîs û berpirsê weşanê kar kiriye.
Di tevgera mafên mirovan a Tirkiyeyê de bi awayekî aktîf kar kir. Yek ji avakarên Komeleya Mafên Mirovan, Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ya Tirkiyeyê, Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û di rêveberiyên wan de cî girt. Derbarê pirsgirêka Kurdan û etîka medyayê de di projeyan de kar kir.
Ji 2010an û vir ve dîrektoriya Navenda Bîr Edalet û Rastiyê dike ku yek ji avakarên wan e.
Çi bûbû?
Mûrat Çelîkkan ji bo piştevaniya kampanyeya rojnameyê di 28ê Gulana 2016an de bûbû Berpirsê Weşanê yê Nobedar.
Di daneşîna li 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê de hat dîtin, dadgehê di 16yê Gulana 2017yê de biryar girtibû ku Çelîkkanî ji ber “propagandeya rêxistina terorê” ceza bike. Heyeta dadgehê ya di bin serokatiya Bulent Dalkiran û endamên heyetê Pinar Gezen Atanîan û Kadrî Arslanî pêk hatibû bi daxuyaniya xwe ya “Ji ber bersûcî bi sekna xwe nîşan nedaye ku têra xwe poşman bûye” ji cezayê Çelîkkanî tiştek danexist û ceza bipaş de nexist.
Mûrat Çelîkkanî di daneşîna 17yê Gulana 2017yê de xwe parastibû û behsa wî tiştî kiribû ku ew 3 nûçeyên di roja berpirsiyariya wî de hatine weşandin çima nabin “Sûc”. (HK/FD)
Fotograf: Banû Tûna