Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mûrat Bayram, edîtorê bianet kurdiyê 20ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) roja yekşemê, li Şa Performansê wê behsa pirtûka xwe ya bi navê “Belkî îşev binive” bike.
Bername wê saet di 19.00ê de dest pê bike û wê Bîlalê Xerzî di dema bernameyê de moderatoriyê bike. Bayram piştî gotûbêjê, wê pirtûka xwe îmze bike.
Pirtûk behsa şerê li bajaran dike
Pirtûka Murat Bayramî ji hêla Weşanxaneya Avestayê çap kiriye. Di pirtûkê de çîrokên wan bûyeran heye ku di dema qedexeya derketina derve li Sûr, Farqîn, Lice, Cizîr, Silopya, Şirnex û Nisêbîn qewimî ne.
Murat Bayramê 10 sal in ku karê rojnamegeriyê dike, di salên 2015-2016ê li van navçeyan ji bo medyaya navnetewî nûçe şopandiye. Bayramî çavdêriyên ku di dema şopandina van nûçeyan de kiriye, bi zimanê çîrokan honandiye û di pirtûkê de bi cih kiriye. Ji ber wê jî pirtûk nimûneyeke rojnamegeriya edebî ye.
Murat Bayramî li gel çîrokan, zêdetirî 30 fotografên ku wê demê li wan bajaran kişandiye jî xistiye nava rûpelên pirtûkê.
Derbarê Murat Bayramî de
Edîtorê bianet kurdî ye. 10 sal in ku karê rojnamegeriyê dike. Di Kurd1 TV, Rojnameya Evro, Waar TV û Kurdistan TVyê de weke edîtorê nûçeyan, qunciknivîs û nûçegihan xebitî ye. Li navçeyên Sûr, Farqîn û Liceyê yên Diyarbekirê, navçeyên Cizîr; Silopya û navenda Şirnexê û li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li ser qedexeya derketina derve ji bo medyaya navneteweyî nûçe nivisîne.
Bayramî ji bo New York Times, Al Jazeera International, Deutsche Welle, Middle East Eye û RT TVyê wêne û vîdeo girtine, nûçe nivisîne û wergêrî kiriye. Xwediyê hin xelatên çîroknivîsiyê û rojnamegeriyê ye. (FD)