Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hûnermendê Mûnîr Ozkulê 93 salî mir. Ozkul demek dirêj bû ku ji ber nexweşiyên wî yên demans û KOAHê dihat dermankirin.
Mûnîr Ozkul hem şanolîz bû hem jî lîstikvanê sînemayê bû.
Keça Mûnîr Ozkulî, Gûner Ozkulê eşkere kir ku termê bavê wê dê di roja yekşem an jî duşemê de bê binaxkirin/veşartin.
Mûnîr Ozkul kî ye?
Di sala 1948ê de di Şanoya Dengîn de dest bi karê xwe yê profesyonel kiriye.
Di salên 1960-1962yê de koma Şanoya Bulvarê ava kir û bi hevalên xwe yên di komê de di şanoyan de lîst.
Mûnîr Ozkûlî di 207 fîlman de lîstiye. Bi taybetî di salên 1970yê de di wan fîlman de dilîst ku derhênerê wan Ertem Egîlmez bû. (EKN/MB)