Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
"Polîsên exlaqparêz" di 13ê Îlonê de Jîna Mahsa Amînî desteser kiribû. Li qereqolê ji ber kiryarên xirab, tenduristiya Jîna Mahsa Amîniyê nebaş bûbû. Amînî di 16ê Îlonê de miribû. Piştî mirina wê li seranserê Îranê, xwenîşandan dest pê kiribûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolu (AA) Dadgeha Şoreşê ya Îranê bi îdiaya ku di dema xwepêşandanan de “bi çekan gef li welatiyan xwariye û wezîfedarê ewlekariyê birîndar kiriye” cezayê darve kirinê dabû Muhsîn Şikarî.
Li gorî vê yekê Dadgeha Bilind cezayê bi darve kirinê yê Şikarîyê ku ji ber bûyera li Kolana Sattar Xan a paytext Tehranê stentibû, pejirandiye. Cezayê îdamê yê Şikarî îro danê sibê hatiye bicihanîn.
Li gorî malpera nûçeyan a El Cezîreyê, Dadgeha Bilind îtîraza Muhsîn Şikarî ya li ser hukmê îdamê red kiriye û biryara bersûc daye ku "çalakiyên wî sûcê şerê li dijî Xwedê ye".
Muhsîn Şikarî yekemîn xwepêşandere ku ji 16ê Îlonê ve li Îranê di çarçoveya xwepêşandanên Jîna Mahsa Emînîyê de hatiye bi darve kirin.
Li Îranê ji ber çalakiyên protestoyî heta niha 11 kes bi îdamê hatine mehkûmkirin. Muhsîn Şikarî jî yek ji van navan bû.
Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Iranê(IHR) li wî welatî di xwepêşandanan de heta niha 458 xwepêşander hatine kuştin.(SD/AY)