Di hilbijartinên Wanê de namzetê DEM Partiyê Abdûllah Zeydan bi ser ketibû. Lêbelê mazbataya wî nedanê û dan namzetê AKPê Abdulahat Arvas. Ji ber vê yekê li Wanê xwepêşandan hatibû kirin û Muhammed Orhan di xwepêşandanan de hatibû girtin. Orhan serbest bû.
Di dema xwepêşandanan de di kêliya desteserkirinê de fotografek Orhan hatibû kişandin û Orhan di wê fotografê de devbiken e. Orhanê ku bi wê fotografa xwe ya biken hat naskirin di 4ê Nîsanê de bi iddiaya ku "endamê rêxistinê ye" hatibû girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Orhan îro serbest bû.
Muhammed Orhan hat girtin
Çi bûbû?
Di 31ê Adarê de li Tirkiyeyê û bajarên kurdan hilbijartina herêmî hat kirin.
Li bajarê Wanê namzetê DEM Partiyê Abdullah Zeydan ji sedî 55,48ê dengan bi dest xist û li Wanê bû yekem.
Namzetê AKPê Abdulahat Arvas jî li Wanê ji sedî 27,15ê dengan bi dest xist û bû duyem.
“Roja Îniya 29ê Adara 2024an 5 xulek beriya ku mesai bi qede û du roj pêş hilbijartinê Wezareta Dadê bi biryar û nivîsek îtiraz li mafên qedexekirî yên Zeydanî kiriye. Zeydan di sala 2022an de mafên xwe yên qedexekirî bi dest xistibû û ji bo serokatiya şaredariyê dema serî li YSKyê dabû di hemê kontrolên qanûnî de derbas bûbû.”
Abdûllah Zeydan di hilbijartinê 31ê Adarê de weke Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hat hilbijartin. Lijneya Hilbijartinê ya Bajarê Wanê têkildarî mafê hilbijartinê yê Zeydan lêkolîn da destpêkirin. Her weha lêkolîn bi dawî bû.
Lijneya Hilbijartinê ya Bajarê Wanê dosyaya Şaredarê Wanê Abdullah Zeydan ji dadgeha ku lê dihat darizandin xwest.
Lijneya Hilbijartinê a Bajarî piştî lêkolîna xwe biryar da ku Zeydan nikare bê hilbijartin û mazbata da namzetê AKPê Abdulahat Arvas ku di hilbijartinê de piştî Zeydan wî zêde deng bi dest xistibû.
Welatî piştî vê biryarê li Wanê û gelek deverên din daket kolanan nerazîbûn nîşan dan.
Abdullah Zeydan sala 2016an dema ku parlamenterê HDPyê bû hatibû girtin û bi Selahattîn Demîrtaş re zêdeyî 6 salan di Girtîgeha Edîrneyê de mabû.
Zeydan sala 2022yan hatibû berdan û piştî ku ji girtîgehê derket bi biryara dadgehê qedexeya li ser mafên xwe rakiribû û li ber nemzedbûna wî ti asteng nemabûn.
Bi vê biryara nû re biryara berê ya radestkirina mafên qedexekirî yên Abdullah Zeydan hat betalkirin.
(AO/AY)