Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê ragihandiye ku wan rêjeya zêdekirina mûçeyên teqawitbûyan û karmendan ku duh aşkere kiribû, guhertiye.
Duh Saziya Istatîstîkên Turkiyeyê(TUIK) rêjeya enflasyonê aşkere kiribû. Piştî wê serokomar Erdogan aşkere kiribû ku rêjeya zêdekirina mûçeyan derketiye ji sedî 25an. Erdogan di axavtina xwe ya îro de jî gotiye rêje derketiye ji sedî 30an.
Erdogan zanyarî daye ku mûçeyê teqawitbûyan yê herî kêm ji 3 hezar û 500 lîreyan derketiye 5 hezar û 500 lîreyan.
(HA/AY)