Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan mûçeya herî kêm ya mehane ya ji bo sala 2023an aşkere kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Serokomar Erdogan aşkere kiriye ku di sala 2023an de mûçeya herî kêm ya mehane wê 8 hezar û 500 lîre be.
Erdogan gotiye: “Mûçeya herî kêm ya mehane ji bo sala 2023ê weke 8 hezar û 500 lîre hatiye diyarkirin.”
“Rêvebiriya me li welêt weke hemû derdoran ji bo qezenc û xweşguzariya xebatkarên xwe jî rê nade ku heqê tu kesî bê xwarin. Em ê bibînin ku vê mehê wê enflasyon pir kêm bibe. Em dixwazin di nava salê da (2023) enflasyonê bo %30 û bo dawiya salê jî bo %20ê daxînin.”
Mûçeya herî kêm ya mehane niha 5 hezar û 500 lîre ye. Di rojên rabirdû de DISKê xwestibû ku mûçeya herî kêm ya mehane bibe 13 hezar 200 lîre, HDP 12 hezar 500 lîre, IYI Partî 9 hezar 600 lîre û CHPyê 10 hezar 128 lîre.(RT/AY)