Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yekîneya Hiqûqê ya Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) li ser navê Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daye.
Yilmaz, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Amedê de di meha Nîsanê de hatibû desteserkirin û di 3ê Gulanê de bi îdiaya ku “Endamê rêxistinê ye” hatibû girtin.
MLSAyê di serlêdanê de destnîşan kiriye ku doza Yilmaz raste rast doza rojnamegeriyê û azadiya xweîfadekirinê ye û hatiye xwestin ku divê demildest were lêkolînkirin.
Di serlêdanê de hatiye gotin ku di dema desteserkirina Yilmaz de qedexeya “îşkence û miameleya xerab” a di Destûra Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de hatiye binpêkirin. Her wiha di serlêdanê de behsa îşkenceya li Enqereyê li Yilmaz hatiye kirin, kiriye.
Her weha di serlêdanê de hatiye gotin ku xebatên rojnamegeriyê yekser weke sedemên girtina Yilmaz hatine nîşandan û kirariyên girtin û binçavkirinê binpêkirina “azadiya xweîfadekirinê” ye. Yilmaz bi sedemên polîtîk hatiye girtin, ji ber kurdbûn û muxalîfbûna xwe hatiye girtin û beriya hilbijartinan hatiye girtin û ev yek jî weke binpêkirina xala 18emîn a PMMEyê hate nîşandan.
Çi bûbû?
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de li 15 bajaran bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan ên 29’ê nîsanê de Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz û hevjîna wî Selma Yilmaz li Amedê û xwîşka Yilmaz a bi navê Fîlîz Yilmaz jî li Stenbolê hate binçavkirin. Piştre jî binçavkirî derbasî Enqereyê hatin kirin.
Ji bo dosyayê biryara 24 saetan qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn. Piştre jî Yilmaz û Muftugolû bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin. Rojnamegeran diyar kirin bi otobûsê anîne Enqereyê û 15 saetan destkelemçekirî mane. Her wiha gotin ku 24 saetan birçî hatine hiştin. Yilmaz got ku dema li Amedê li otobûsê dihat siwarkirin, ji hêla polîsan ve hatiye derbkirin.
Yilmaz niha li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê û Muftuoglû jî li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin.
(AO/AY)