Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hat daxuyandin ku nêzî temamiyê bajarê Minbicê ku di destê DAIŞê de bû ji hêla Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hat rizgarkirin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku girêdayê Hêzên Sûriya Demokratîk e, li navenda bajêr derbarê operasyona tê kirin de civîna çapemeniyê li dar xist.
Metna daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Emced ve hat xwendin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê, di wê daxuyaniyê de wiha hat gotin:
‘Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla a rizgarkirina Minbicê û gundewarê wê bi berxwedaniyeke mezin a bêhempa dewam dike.
Hêzên me heta niha gelek gavên mezin avêtin, çerxerêya El-Kura El-Erdiyê û taxên li ser dordora wê hatin rizgarkirin. Bi vê yekê rêjeya firehiya bajêr ku hatiye rizgarkirin ji sedî 90 derbas kiriye. Ev jî tê wateya ku çete di fireheyeke pir teng de dorpêçkirî mane.’
‘Çeteyên DAIŞê di dema dawiyê de hemû welatiyên sivîl ên li deverên di bin kontrola wan de girtine û wan birine aliyê bakûr ê bajêr da ku wan wekî mertalên zindî bikar bîne. Kesên ku li gorî wan tev nagerin jî, bi fermanên çeteyan têne tesfiyekirin.’
‘Wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser bingeha berpirsyariyên xwe yên exlaqî, mirovahî û niştîmanî ji bo welatiyên me yên sivîl ku di destê çeteyan de ne, em radigihînin ku em amade ne bihêlin çeteyên DAIŞ’ê ji bajêr derkevin, lê bi şertê ku hemû welatiyên sivîl û girtiyan serbest berdin.’
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) jî ragihand ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li rojhilata bajêr bi ser çerxerê ya El-Betayê ala meclisê daliqandine.
Operasyon di 1ê Hezîranê de dest pê kiribû
Operasyona ji bo rizgarkirina Minbicê bi piştevaniya hêzên koalîsyonê de ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk ve dî 1ê Hezîranê hatîbû destpêkîrîn.
Fermandarîya Hêzên Navendê yê Amerîkayê (CENTCOM) daxuyandibû ku pêngava yekem ya operasyona Minbicî di 14ê Hezîranê de temam bûye.
Derbarê Minbicê deBajarê Minbicê li Sûriyê ciheke gelek girîng e ku ev 2 sal in destê DAIŞê de bû. Nêzî 40 km dûrê sînorê Tirkiyeyê ye. Minbic di navbera kantonên Efrîn û Kobanê ye, ew cih navbera cihên destê DAIŞê û sînorê Tirkiyeyê de korîdor bû. Bajar 130 km dûrê Reqqayê ye. Bi rizgarkirina bajarê Minbicê ve korîdora navbera sînorê Tirkiye û DAIŞê de bi temamî tê girtin. Ji ber wê yekê bidestxistina xeta Minbic-Mareyê gelek girîng e. |
(AS/YO)