“Projeya Şopandina Maf, Belgekirin û Piştevaniyê ya ji bo Jinên Kurd ên Rojnameger “, ku dê di bin serokatiya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) de were pêkanîn.
Armanca projeyê ewe ku binpêkirinên mafên mirovan ên ku rojnamegerên jin ên Kurd li Tirkiyeyê di dema çalakiyên xwe yên pîşeyî de bi wan rû bi rû dimînin bi awayekî sîstematîk bişopîne, belge bike û ji raya giştî ya neteweyî û navneteweyî re eşkere bike.
Proje, ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve tê piştgirîkirin û bi hevkariya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) tê pêkanîn. Her weha armanc ewe ku mekanîzmayek çavdêrî û hevgirtinê ya hevpar ji bo parastina maf û azadiyên rojnamegeran biafirîne.

MKG: Di Îlonê de 2 rojnamegerên jin hatin girtin û 3 jî hatin desteserkirin
Li Tirkiyeyê, di demekê de ku zext li ser rojnamegeran zêde dibin, rojnamegerên jin ên Kurd, hem ji ber xebata xwe ya rojnamegeriyê û hem jî ji ber nasnameya xwe ya etnîkî û zayenda xwe, bi cihêkarî û binpêkirinên mafên mirovan ên piralî re rû bi rû dimînin. Ev binpêkirin, ji binçavkirin û girtinê bigire heya êrişên fizîkî, astengkirina ragihandina nûçeyan, destdirêjiya dîjîtal, gef û sansurê, rasterast bandorê li xebatên pîşeyî yên rojnamegerên jin dikin. Lê belê, di belgekirin, analîzkirin û şopandina sîstematîk a van binpêkirinan de bi rêyên qanûnî kêmasiyên girîng hene.
Dê binpêkirin rojane bên şopandin û tomarkirin
Di çarçoveya projeyê de, binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamevanên jin ên Kurd dê rojane werin şopandin, agahiyên hatine bidestxistin dê werin verastkirin û tomarkirin û veguherînin analîzên birêkûpêk. Raporên amadekirî dê bi zimanên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî werin weşandin û ji mekanîzmayên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî, rêxistinên çapemeniyê û saziyên têkildar re werin şandin. Bi vî awayî, armanc ew e ku berçavgirtina binpêkirinên mafên mirovan ên ku rojnamevanên jin ên Kurd pê re rû bi rû dimînin zêde bibe, hesabpirsîna berpirsiyaran were misogerkirin û çalakiyên parêzvaniyê yên bi bandor werin meşandin.

MKG: Di Gulanê de 9 platformên dijîtal hatin astengkirin
Yek ji stûnên sereke yên projeyê xurtkirina torên hevgirtinê yên di navbera rojnamevanên jin de ye. Di vî warî de, cihêkarî, tundûtûjî, gef û dûrxistina pîşeyî ya ku rojnamegerên jin pê re rû bi rû dimînin, dê ji perspektîfa zayendî ve were çareserkirin; çalakiyên avakirina kapasîteyê û înîsiyatîfên hevgirtinê dê werin meşandin. Armanc ew e ku pêşî li tenêbûna rojnamevanan a li hember binpêkirinên mafên mirovan were girtin û gihîştina wan a mekanîzmayên çareskirinê were xurtkirin.
Li dijî binpêkirinan divê bingeha têkoşîn û hevgirtina hevpar were xurtkirin
DFG dê bi rêya çalakiyên xwe yên çavdêrîkirin, belgekirin û raporkirina azadiya çapemeniyê beşdarî pêvajoyên berhevkirin, verastkirin, analîz û raporkirina projeyê bibe. Ji aliyê din ve, MKG dê li ser bingeha ezmûnên meydanî yên rojnamegerên jin lêkolînên çavdêrîkirin û analîzê yên li ser bingeha zayendê pêk bîne; ew ê di pêşxistina têkiliyên piştgiriyê yên bi rojnamegerên jin re û eşkerekirina binpêkirinan de bi roleke çalak rabe.

DFG: Di Cotmehê de 6 rojnameger hatin girtin
Ji bilî belgekirina binpêkirinên piralî yên mafên mirovan ên ku rojnamegerên jin ên Kurd pê re rû bi rû dimînin, proje armanc dike ku bingeha têkoşîn û hevgirtina hevpar li dijî van binpêkirinan xurt bike. Parastina çapemenî û azadiya derbirînê, misogerkirina şert û mercên xebatê yên ewle yên ji bo rojnamevanan û avakirina mekanîzmayeke çavdêrî û parêzvaniyê ya domdar da ku rojnamegerên jin bikaribin xebatên xwe yên pîşeyî di bin şert û mercên wekhev û azad de pêk bînin, di nav armancên sereke yên projeyê de ne.
(AY)





