Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Tebaxê bi raya giştî re parve kir. Di raporê de jinan bal kişandin ser binpêkirina mafên jinên rojnameger û zextên li ser wan.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di raporê de weha hatiye gotin:
“Di meha Tebaxê de bi taybet êrişên li ser rojnamegerên kurd derketine pêş. Bi êrişên Tirkiyeyê yên li Silêmaniyê du rojnamegerên jin Hêro Bahadîn û Gulistan Tara mirin û 6 rojnameger jî birîndar bûn. Ji bo rojnameger peywira xwe bi cih neynin hatin astengkirin, êrişa fîzîkî jî li hinekan hat kirin û bi awayekî cidî birîndar bûn.
Her weha di raporê de hatiye destnîşan kirin ku di meha Tebaxê de 25 caran mafên rojnamegerên jin hatine binpêkirin.
Berdewamiya raporê weha ye: “Di heman demê de jî platformên medyaya civakî jî hatin astengkirin. Di 2ê Tebaxê de Instagram hat astengkirin û ev astengî di 10ê Tebaxê de hat rakirin. Her wiha di meha Tebaxê de jî hesabê Xê yê gelek kesî hat astengkirin. Ev geşedan jî nîşan dide ku di qada dîjîtalê de jî sînorkirina azadiyan mijara gotinê ye.
6 rojnamegerên jin girtî ne
Rojnamegerên jin yên girtî ev in:
1. Elif Ersoy – Berpirsiyara Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê
2. Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê
3. Ozlem Seyhan – Rojnameger
4. Tulay Canpolat – Nûçegîhana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê
5. Selamet Turan – Rojnameger
6. Ozden Kinik – Xebatkara TRTê "