Hevserokê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli cezayê wî qediya û ji Girtîgeha Edîrneyê derket. Piştî derketinê çû serdana Sadiye Demîrtaşa dayîka Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş. Mizrakli û Demîrtaş li Girtîgeha Edîrneyê li heman qawişê bi hev re diman.

Selçuk Mizrakli serbest bû
Selçuk Mizrakliyê ku 7 salan girtî ma dema tehliye bû çû serdana gora Sirri Sureyya Onder, Mehdî Zana û Tahîr Demîrtaş. Tahîr Demîrtaş bavê Selahettîn Demîrtaş e ku ji ber koça dawî ya wî Mizrakli sersaxî ji Sadiye Demîrtaşê re xwest. Her weha Mizrakli ji bo sersaxiyê çû serdana Leyla Zanayê jî.

Ekrem İmamoglu ji bo Selçuk Mizrakli peyamek weşand: Derbasî be Amed
Mizrakli çû mala Sadiye Demîrtaşê. Sadiye Demîrtaşê bi pirsa "Tu çima bi tenê hatî?" pêşwaziya Mizrakli kir. Mizrakli jî got, "Min ew hembêz kir lê xwezî min bikariba ew derbixista, xwezî min bikarîba ji te re bianîba, wisa bixista nava dilê xwe û ji te re bianîba. Lê min ji wî re got, pêşî ez ê biçim Dayê bibînim. Em ê wan rojan jî bibînin. Ez ê careke din bêm ber derê Girtîgeha Edirneyê, ez ê te bigirim."
(FY/AY)
