Nivîskar û helbestvan Mizgîn Ronakê ya ku 30 salan di girtîgehê de maye, beşdarî bernameya Pêşangeha Pirtûkan a Amedê bû û li standa Weşanşaneya Aramê pirtûkên xwe îmze kir.
Ronak di Tebaxa 2022an de ji girtîgehê derketibû.
Mizgîn Ronak piştî ku ji girtîgehê derket, carak yekem e ku bi xwenînerên xwe re hat gel hevdû û pirtûkên xwe îmze kirin.
Bernamaya îmzeyê 21ê Kanûna Paşiyê di saetên nîvro de destpê kir û heta saet 18:00ê berdewam kir. Li gel eleqeya jin û ciwanan, gelek nivîskar û rojnameger jî hatin standê û bi Ronakê re danûstandin kirin ku Dilawer Zeraq, Xecê Şen, Abdurrahman Gokê demeke berê ji tehliye bû hinek ji wan in.
Mizgîn Ronakê ji bo bianet kurdiyê diyar kir ku hê ew di girtîgehê de bû gelek xwenîneran pirtûkên wê xwendinê û ev cara yekeme hestên xwe rû bi û rû tînin ziman. Ronakê destnîşan kir ku ji bo wê gelek tişt ji sifirê destpê dikin: “ Li gor nêrîna min tenê nivîskar nanivîse, xwendekar jî dinivîse. Min îro ew tişt di çavê wan de dît. Ji ber ku bi kurdî bû, ji bo min pir pir hêja bû.”
(WT/FD)