Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Muxalifên rejîmê li bajarên Azez, Cerablus, Mare, Çobanbey û Tel Abyadê ku li Bakurê Sûriyeyê ne li dijî Tirkiyê xwepêşandan kirine.
Çalakgeran li Azezê alaya Tirkiyeyê şewitandine, Parka Milet ya Osmanî ya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû çêkirin jî hilweşandine. Li Tel Ebyadê jî wesayitên zirxî yên Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) dane ber keviran. Di xwepêşandanan de çalakvanan alên Artêşa Azad a Sûriyê vekirine.
Protestors in Turkish-occupied Azaz burn the Turkish flag. pic.twitter.com/m6y3QDSJ37
— Lindsey Snell (@LindseySnell) August 11, 2022
Çi bûbû?
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Soçiyê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin pêkanîbû. Hatibû îddiakirin ku li piştî vê civînê dibe ku Erdogan bi telefonê bi Serokomarê Sûriyeyê Beşar Esad re biaxive.
Piştî îdiayê Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu daxuyanî dabû û gotibû, "Min bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê re li pê sohbeteke kurt kir."
Her weha Çavuşoglû gotibû, "Divê em bi awayekî bi mixalefet û rejima Sûriyeyê ra li hev bînin. Ger wisa nebe aştiyeke mayînde çênabe."
(HA/AY)