Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan îro li Semsûrê ku piştî erdhejên 6ê Sibatê yekem care serdana wî bajarî kiriye, gotiye, "Ji ber bandora erdhejên wêranker û hewaya neyînî, çend rojên destpêkê me nekarî xebatên ku me dixwest li Semsûrê pêk bianîna. Ez ji bo vê yekê helalîye dixwazim."
Piştî daxuyaniya Erdoganî partiyên mixalefetê û parlamenteran bertek nîşan dane û gotine, “Em helal nakin”.
Partiya Demokratîk a Gelan derbarê mijarê de daxuyanî daye û gotiye:
“Li kesên bacên erdhejê ji derveyî armancên wan bi kar anîn, li kesên milyon xistine berîka lobiyên înşaetê, li kesên bûne sedem ku bi hezaran kes ji sermayê bimirin, li kesên AFAD û Heyva Sor weke êm bikaranîn, li kesên efûya îmarê derxistin, em (heqê xwe helal nakin)#HelalEtmiyoruz”.
Partiya Karkeran a Tirkiyeyê(TIP) gotiye:
“Em ê helal nekin, em ê hesab bipirsin!"
Alî Babacan, Serokê Partiya DEVAyê jî gotiye:
“Birêz Erdogan, divê hûn ne ji yên mane, ji yên ku ji ber xemsariya we mirine helaliyê bixwazin. Hûn nikarin tenê helaliyê bixwazin û ji berpirsiyariyê jî birevin.
"Di 48 saetên destpêkê de çend kes ji ber dereng ketinê mirin?"
Parlamenterê HDPê yê Izmîrê Mûrat Çepnî bertek nîşan daye û gotiye:
“We nekir. Hûnê hesab bidin! Em Helal Nakin.”
(TY/AY)