Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilîzî (1) (2) bitikîne
Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gotiye ku daxuyaniya Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) ya derbarê çareseriya pirsgirêka kurdan û HDPyê de erênî dinirxînin.
Sancar, bi Denîz Nazlim û Bêrîvan Altan, nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya re axiviye û wiha gotiye: Eger em aştiyeke mayînde dixwazin, pêwîstî bi lihevkirin û meşrûiyeteke berfireh a civakî heye. Nabe ti aktor werin piştguhkirin.”
Behsa “rola Îmraliyê” kiriye
Sancarî diyar kiriye ku di çareseriya pirsgirêka kurdan de aktorên din jî hene û wiha dewam kiriye:
“Ne nêzîkatiyek rast e ku mirov bi paşguhkirina van aktoran rêbaza yekgirtî biafirîne. Tirkiyê berê ev rewş dît. Di sala 2009an de, di navbera 2013-15an de ev rewş qewimî. Ger hûn ji min bipirsin, nîqaşa li ser rola İmraliyê mijarek e ku divê ji zû ve bihata çarserkirin. Di vî warî de wê rola Îmraliyê jî hebe. Di vî warî de rol û mîsyona Îmrali ya berê jî tê zanîn.”
Sancar wiha gotiye: "Niha ger mirov rola Îmrali û HDPyê bîne beramberî hev, wê ev nêrîna tevahiya li pirsgirêka kurd zehmet bike. Bêguman, HDP amade ye ku rola aktorê siyasî û hêza xwe ya civakî heya dawiyê hem ji bo muxatab û hem jî ji bo çareseriyê bikar bîne.”
Demîrtaş: Mixatab Parlamento ye
Di vê navberê de Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê HDPyê jî bi rêya parêzerên xwe peyamek weşandiye. Peyama Demîrtaşî li ser hesabê wî yê Twitterê hatiye weşandin. Demîrtaşî di vê peyamê de wiha gotiye:
“Bi qasî ku ez dizanim, pirsgirêka kurdan jî di nav de, HDP daxwazkar e ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê, aktorekî siyasî xwedî îrade ye û helbet muxatab e. Tiştekî xwezayî ye ku navnîşana çareseriyê TBMM ye.”
Çi bûbû?
Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê CHPyê ji bo belgefilma bi navê “Bay Kemal û Hevalbendên wî” bi rojnameger Gunel Cantakî re axivî bû û bersiva pirsên derbarê pirsgirêka kurdan de dabû.
Kiliçdaroglûyî di belgefilmê de gotibû ku “HDP di çareseriya pirsgirêka kurdan de muxatabekî rewa ye. Îmrali ne dezgeheke rewa ye. Kî ye dezgeha rewa? Em dikarin HDPyê weke dezgeheke rewa binirxînin.”
Sezaî Temellî, yek ji Hevserokên berê yê HDPyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ji bo gotinên Kiliçdaroglûyî wiha nivîsibû: “Yekane muxatabê çareseriya pirsgirêka kurdan ne HDP ye lê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê HDP aktoreke sereke ye ku îro siyaseta demokratîk saz dike û hêsan dike. Lê tiştê divê bi ti awayî neyê ji bîrkirin ew e ku navnîşana çareseriya demokratîk û muxatabê rast Îmrali ye.”
Temelliyî paşê bi Sûat Toktaş, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Halk TVyê re axiviye û gotiye “Ewên li ser tweetê, nêrînên min ên şexsî ne. Helbet partiya min neberpirsiyar e. Dezgehên me yên erkdar in ên li ser navê HDPyê wê daxuyaniya esasî bidin.” (DŞ/FD)