Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî ê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) di komcivîna partiya xwe de axiviye.
Sancar di komcivînê de weha axiviye:
Xizanî encama polîtîkayên desthilatdariyê ye
“Li her deverê xizanî û hejarî heye. Ev yek encama polîtîkayên bizanebûn ên desthilatdariyê ne. Ji ber ku ev desthilatdarî çavkanyên welêt ne ji bo gel lê ji bo sermayedaran xerc dike. Di encama polîtîkayên desthiladariyê de xelkê me her ku diçe bêhtir xizan û hejar dibe. Di nava 20 salên dawî de enflasyon tu carî ewqas zêde nebûbû. Li efnlasyon tenê bi reqeman nayê vegotin. Rastiyeke biêş a jiyanê ye. Tirkiye li dinyayê di rêza duyemîn de ye. Enflasyon tê wateya perîşebûna gel û û zêdekirina zeman. TUÎK ku di bin kontrola desthilatdariyê de ye her çiqas enflasyonê weke ji sedî 61 diyar bike jî, ENAG dibêje ku bi ser ji sedî 140ê ye.
“Çavkaniyan ji bo şer xerc dikin”
Sancar daye zanîn ku desthilatdariya AKP-MHPê çavkaniyên welêt ji bo şer, talan, rant û kedxwariyê bi kar tîne û wiha gotiye: “Sedema xizaniya mezin a li welêt jî ev e. Lê beşek heye ku her ku diçe dewlemendtir dibe. Çavkaniyên welêt pêşkeşî komeke çete û sermayedaran hatine kirin. Em dixwazin ku kêmtirîn heqdest dîsa bê sererastkirin û teklîfa qanûnê didin. Em dibêjin ku bila her sê mehan carekî kêmtirîn heqdest bê guherandin. Lê desthilatdarî vê qebûl nake. Êdî nikarin bazirganiya xeyalan jî bikin. Hewl didin bi derew û berovajîkirinê xwe li ser pêyan bigirin. Ev jî ne besî wan e ku yên dengê xwe derdixînin jî digirin.”
“Em ê pergalê biguherînin”
Di berdewama axavtina xwe de Sancar aniye ziman ku dema wan têkoşîna heq û edaletê bi têkoşîna ked û kar re kir yek, wê demê dê pergala heyî teqez biguherînin. Sancarî destnîşan kiriye ku desthilatdarî jî ji vê yekê ditirse û wiha pê de çûye: “Sedema efnlasyona bi sê reqeman diyar e. Sedema wê nebûna demokrasî, hiqûq û edaletê ye. Em jî dê vê pergalê biguherînin. Ji bo vê guherînê jî hem baweriya me û hem jî hêza me heye. Ev rê, Rêya 3’yemîn e. Rêya me rêya edalet, demokrasî, aştî û azadiyê ye.”
“Em baş pê dizanin ku kîjan hêz li pişt vê dozê ye”
Mîthat Sancar diyar kiriye ku desthilatdarî bi kompasên cuda hewl dide rêya wan bigire û ev nirxandin kiriye: “Vaye Doza Kompasê ya Kobanê li Sîncanê didome. Her roj rezalet derdikeve holê. Serokê dadgehê ji ber çetetiyê ketiye ber lêpirsîne, hatiye desteserkirin û ceza lê hatiye birîn. Ev yek bi tena serê xwe nîşan dide ku ev dozeke kompasê ye. Em baş pê dizanin ku kîjan hêz li pişt vê dozê ye û bi çi armancê dikin. Lê çi dikin bila bikin em ê bêyî dudilî ber bi heqîqet û demokrasiyê ve bimeşin. Rêhevalên me jî li eywanên dagehê vê rastiyê li rûyê wan didin. Hewceye em dengê rêhevalên xwe bêhtir bidin bihîstin. Ev berpirsyariya me ye. Em rexnedayîna xwe didin rêhevalên xwe.”
Nizanin dê çi bikin û hemû rê li ber hatine girtin. Ev kesên bêar, durû ne û xala wan a hevpar jî bêwijdanî ye. Di dîrokê de gelek zaliman xwest bi vê rêyê xwe bigihînin encamê lê her gavê kesên berxwedêr bi ser ketin. Encama vê dozê jî cudatir nebe. Em silavên xwe ji bo rêhevalên xwe yên li ber xwe didin dişînin.”
“Hêza alternatif HDP ye”
Sancar di axavtina xwe de bertek nîşanî helwesta partiyên muxalîf a li hemberî Doza Kompasê ya Kobanê daye û wiha dewam kiriye: “Tevî fêl, derew, dek û dolaban jî bertekekî micid nîşan nadin. Di serdemeke ku ewqas bêedaletî, neheqî, talan, derew û şer de heke hûn bi wêrekî û ji dil tevnegerin, dê nekarin baweriya gel bi xwe bînin. Hemû kes baş pê dizane ka hêza alternatîf kî ye. Alternatîf, HDP ye ku aştî, demokrasiya xurt, edalet û aştiya mezin dixwaze. Em ê bi hêzên demokrasiyê re vê alternatîfê hîn mezintir bikin. Heke partiyên muxalîf bixwazin bibin alternatîf, ji ewilî divê xwe ji zîhniyeta desthilatdariyê xelas bikin. Rêya alternatîf, Rêya 3’yemîn e. Demokrasî, azadî û wekhevî di vir de ye.”
Peymana Dolmabahçeyê
Di berdewamê de Sancar qala Peymana Dolmabahçeyê kiriye û wiha gotiye: “Di Peymana Dolmabahçeyê ya di 28ê Sibata 2015an de hêvî hebû lê desthilatdariyê ev hêvî tune kir. Tenê bi tunekirina vê hêviyê re bisînor nema, her wiha şerekî giran da destpêkirin. Rûxîneriya ji ber wî şerê giran li holê mayî pêşçav e. Girîngtirîn sedema têkçûna rewşa heyî ya welat, ev polîtîkaya şer e. Niha hewl didin di navbera Rûsya-Ûkraynayê de rola qasidiyê li xwe bigirin. Lê desthiladariyeke ku polîtîkaya şer dimeşîne, nikare vê rola xwe bi kesekî bide bawerkirin. Li rexekî şer dike û li rexa din jî hewl dide xwe weke kevoka aştiyê nîşan bide. Weke em her carê dibêjin, armanca me ya esasî aştî ye. Dê tevgera me ya aştiyê pêşî li ber şerê li welêt bigire, piştre li herêmê aştiyê pêk bîne.” (EMK/AY)