Foto: HDP
Mîthat Sancar, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê pêşketinên rojevê de, li ser hesabê medya civakî ya partiya xwe li mala xwe ya li Enqereyê civînek li dar xistiye.
Sancarî diyar kirîye, ku wan îro civîna Desteya Rêveberîya Navendî (DRN) ya partiya xwe pêk anîye û derbarê biryarên di civînê hatine girtin de agahî dane.
"Em ê navendeke alternatif ya krîzê ava bikin"
Sancarî, derbarê şewba vîrûsa Covîd-19yê da axivîye û banga avakirina “Navenda Koordînasyona Krîzê ya Neteweyî” kirîye û gotîye: “Divê Desteya Zanista Alternatîf bê avakirin û mirovên me jî beşdarî avakirina vê zanistê bibin. Me ev biryar di civîna xwe ya DRNyê da nîqaş kirine. Em ê îro dest bi vê hewldanên xwe bikin. Em ê navendekê ku agahiyên bi ewle bide civakê ava bikin. Pêdiviya civakê berî her tiştî, bi jiyanek misogerkirî heye. Pêdiviya herî lezgîn parastina civakê ye. Divê hemû jêderkên cemawerî ji bo vê qadê bên şandin. Ji bo ku Meclîs di vê mijarê de qanûnan derbixe, divê bi lezgînî rojeva xwe biguherîne û di vê çarçoveyê de xebatên xwe dewam bike.” (AY/FD)
Çavkanî: MA