Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar pirsên ji DW Tirkî yê Eray Gorgûlû bersivandiye û êrîşa li Mêrsînê ya Polîseviyê nirxandiye.
Sancar têkildarî êrişa Mêrsînê gotiye, “Divê ev kiryar wek beşek ji planên tevlîheviya berî hilbijartinê bê dîtin."
Mithat Sancar bi bîr xistiye ku wan ji Sibata 2021ê ve partiyên din ên mixalefetê di vê mijarê de hişyar kirine û bang li hemû partiyên mixalefetê kiriye ku li dijî provokasyonên di pêvajoya hilbijartinê de bi hev re tevbigerin.
Sancar weha gotiye, “Ji bo bûyerên wek ên di navbera 7ê Hezîranê û 1ê Çiriya Paşiyê de dubare nebin û bên pûçkirin, pêwîstî bi hevkariyeke berfireh a demokratîk heye."
"Nêzîka salekê ye em bo avakirina vê tifaqê kar dikin û armanca wê ne tenê hilbijartin e. lê em dixwazin eniyeke demokratîk a bihêz bin. Nexşerêya tifaqê dê di sê pêvajoyan de birêve biçe.”
“Pêvajoya heta hilbijartinê, pêvajoya hilbijartinê û pêvajoya piştî hilbijatinê ye. Piştî hilbijartinê jî dê li vî welatî hinek pirsgirêk berdewam bikin. Ev tifaq dê li ser karê xwe yê xebata demokratîk, aştî û dadmendiyê berdewam be."
Ji bo tevahiya hevpeyvînê bitikîne
(TY/AY)