Li Parlamentoya Ewropayê derbarê pêvajoya diyalogê ya di navbera Tirkiye û Kurdan de bi tevlîbûna endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar konferans hate lidarxistin.
Konferans ji aliyê endama Koma Tifaqa Pêşdeber a Sosyalîst û Demokratan (S&D) ya li Parlamentoya Ewropayê Evîn Încîr ve hate lidarxistin.
Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê Endamê Lîjneya Rêveber a EUTCCê Dr. Dersim Dagdevîren kir.
Ji Koma (S&D) Andreas Schieder jî di axaftina xwe de ji bo Ocalan gotina, “Mandelayê Kurdan” bi kar anî û diyar kir ku ew piştgiriyê dide daxwazên gelê Kurd.
Piştre di moderatoriya rojnamevan Amberin Zaman de ji Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar axivî.
Sancar: Pêvajo derfeteke dîrokî ye
Sancar di axaftina xwe ya bi Elmanî de diyar kir ku pêvajo çareseriyeke bingehîn û bi kok armanc dike û wiha got, “Vekirina rêya çareseriyê û avêtina gavên pêwîst a ji bo çareseriyê ye.”
Sancar diyar kir ku pêvajo li ser avaniyeke sê situn hatiye avakirin û niha di qonaxa yekemîn de ye. Sancar diyar kir ku avakirina aştiya mayînde tê hedefgirtin û hate destnîşankirin ku divê pêvajo êdî di parlamentoyê de were nîqaşkirin û di zemîna siyasî û hiqûqî de bersiva xwe bigre. Sancar bilêv kir ku divê hemû astên pirsgirêkan di asta siyasetê de were destgirtin û wiha got, “Li pêşiya me hîna gelek tişt hene ku bên kirin. Lê divê em bizanibin ku ev pêvajo ji bo Kurdan pêvajoyeke dîrokî ye û derfetekî dîrokî ye.”
‘Pêvajo ji bo hemû herêmê pir girînge’
Sancar destnîşan kir ku krîz û pirsgirêkên mezin di xwezaya pêvajoyên bi vî rengî de hene û wiha hate gotin, “Lê divê em ji bîr nekin ku ev pêvajo ne tenê ji bo aliyekî, ji bo tevahiya herêmê pir girînge.”
Sancar bi berdewamî wiha got, “Ger hawirdorekî bi ewle were avakirin, ev tenê nayê wateya aştiyê; ji bo Tirkiye û tevahiya herêmê bibe gavekî ber bi azadiyê re” û destnîşan kir ku wê welatên din jî ji vê bandor bibin.
‘Bêyî aştiyê demokrasi nabe’
Sancar got, “Erk girîng e, berpirsyarî mezine û ev bi rastî jî girînge” û diyar kir ku divê bi serkeftî were temamkirin.
Sancar wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em di wê baweriyê de ne ku aştî û demokrasî bi hev re girêdayî ne. Bêyî yekî ya din nabe; demokrasî ji bo gel pir girînge.”
(AB/AY)
