Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêxistina Îstixbarata Neteweyî(MIT) Rapora Hewildana Derbekirinê da Lijneya Lêkolînan a Parlamentoyê.
Di raporê de hatiye eşkerekirin ku ji beriya derbekirinê ti îstixbarat nehatine standin ku dema derbeyê eşkere bike.
Li gor nûçeya Nûrsîma Keskînê ya li Ajansa Nûçeyan a Doganê(DHA) MITê ji bo rayedarên derve hişyarîyek şandiye ku eşkere kiriye çêdibe FETO(Rêxistin Terorî ya Fethûllahgir) derbeyekê bike. Lê ji ber ku ji TSK(Hêzên Çekdar ên Tirkan) îstixbarat nayê komkirin ji bo dema derbeyê ti agahî nehatine bidestxistin.
Rapora MITê 36 rûperî ye. (EKN/MB)