Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
ParlementerêPartiya Komarê ya Gelî(CHP), Levent Gok şeva dî li CNN Turkê bû mêvanê bernameya “Ne Oluyor?(Çi dibe?).”
Gokî di bernameyê de bersiva pirsên Şîrîn Payzinê da û diyar kir ku di sala 2013ê de, Rêxistina Îstixbarata Neteweyî(MIT) li ser Reza Zarabî raporek nivîsîye.
Li gor parlementerê CHPyê, MITê li ser Zarabî rapora gendeliyên wî çêkiriye. Gokî pirsî: “Ma piştî vê yekê Erdogan dikare bibêje ku wî hay ji vê mijarê nîne?”
Çi bûbû?
Riza Zarrab bi operasyonên li dijî bertîlxweran, li 21ê Adara 2015ê hatibû girtin lê piştî demekê kurt hatibû serbest berdan.
Îranê li 6ê Adara 2016ê cezayê darvekirinê daye Babekir Zencanîyê şirîkê Zarrabî.
Zarrab li 22yê Adarê li Amerîkayê hatiye girtin. Ji bo wî daxwaza 75 salên girtinê tê kirin.
(EKN/MB)