Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgehkirina 108 endamên Partiya Demortakîk a Gelan (HDP) li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dewam kiriye. 24 kes ji van 108an, girtî ne.
108 kes bi 29 tohmetên cida têne dadgehkirin û ji bo her yekî 38 caran cezayê miebeta girankirî û 19 hezar hu 680 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Selahatthin Demîrtaş, ji Girtîgeah Tîpa Fyê ya Edîrneyê, Fîgen Yuksekdag ji Girtîgeha Kandirayê û siyasetmedarên din ên girtî jî ji Girtîgeha Sîncanê, bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî danişînê bûne.
Hin saziyên dewletê xwestine beşdarî dozê bibin. Parêzeran li dijî vê wxestekê nêrînên xwe anîne ziman.
Arîf Alî Cangi, parêzerê Cîhan Erdalî gotiye ku di her daxwaza beşdariyê de divê raya wan jî bistînin û nayê famkirin bê ka Wezareta Karûbarên Navxweyî û MIT çima dixwazin beşdarî vê dozê bibin.
Dadgehkirin wê sibê dewam bike
Piştî nêrîna dozgerî a li ser dawxazan heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kiriye:
“Meryem Adibelliya ku vê danişînê gotiye, ew ê xwe biparêze, ji ber wê paraznameya xwe bi kurdî pêşkêş bike, wê doz 21ê Îlona 2021an saet di 9.30 deqîqeyan de dewam bike.
“Can Memîş ji ber xwendina xwe, Altan Tan û Îbrahîm Bînîcî ji ber paraznameyên xwe pêşkêş kirine û berê parlamenterî kirine û temenê wan mezin e, ew ê ji niha û pê de nekevin dadgehkirinan.”
(AS/FD)