Fermandariya Hêzên Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (CENTCOM) aşkere kir ku vekişîna leşker û kelûpelên leşkerî yên Amerîkayê ji Baregeha Leşkerî ya Balafirgeha Hewlêrê di 30ê Îlonê de temam bûye. Bi vê yekê re, mîsyona leşkerî ya li Iraqê ya Operasyona Biryardariya Xweser (Operation Inherent Resolve-OIR) ku koalîsyona navneteweyî bi pêşengiya DYAyê di sala 2014an de li dijî DAIŞê dest pê kiribû, piştî 12 salan bi awayekî fermî bi dawî bû.
Lê belê ev biryar nayê wê wateyê ku navenda têkoşîna li dijî DAIŞê ya bi pêşengiya DYAyê tê hilweşandin. Hêza Erka Hevpar a Hevgirtî-Tevgera Biryardariya Xweser (Combined Joint Task Force–Operation Inherent Resolve/CJTF-OIR) biryargeha xwe veguhast Urdunê û hêzên DYAyê tevî hevkarên Koalîsyonê û hikûmeta Suriyeyê operasyonên xwe yên li dijî rêxistina DAIŞê ya li Suriyeyê berdewam dikin. CENTCOMê di Tebaxê de ragihandibû ku fermandarê nû yê hêza erkê dest bi kar kiriye û baregeh li Urdunê ye.
Ji ber vê yekê, vekişîna hêzên DYAyê ya ji Hewlêrê, ji cihê bi dawîbûna şerê li dijî DAIŞê, zêdetir tê wateya veqetandina her du eniyên li Iraq û Suriyeyê: Wekî ku berpirsiyariya ewlehiyê ya li Iraqê radestî hêzên Bexda û Herêma Kurdistanê tê kirin, giraniya leşkerî ya rasterast a DYAyê berê xwe dide girtina pêşiya ji nû ve birêxistinbûna şaneyên DAIŞê yên li Suriyeyê.
CENTCOM: "DAIŞ êdî ji bo Iraqê ne gefeke sîstematîk e"
Fermandarê CENTCOMê Amîral Brad Cooper sedema vekişînê hêzên xwe aşkere kir ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê hatiye wê astê ku dikarin bê alîkariya derve bi gefa DAIŞê re têbikoşin.
Cooper spasiya bi deh hezaran leşker, dîplomat û personelên sivîl ên Amerîkî yên li Iraqê kir û got ku di encama operasyona 12 salan de DAIŞ ji "gefeke sîstematîk ya li ser ewlehiya neteweyî ya Iraqê" derketiye.
Fermandarê CENTCOMê bi taybetî navê Pêşmerge û hêzên din ên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê jî anî ziman û parast ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê xwedî "kapasîte, rêberî û serbixweyiya operasyonel" in ku dikarin gefên li ser welat "bi tena serê xwe birêve bibin."
Li dijî vê yekê Cooper teqez kir ku hêzên DYA û Koalîsyonê bi temamî ji herêmê nevekişiyane û got ku ew ê ji bo midaxelekirina gefên DAIŞê yên ku dibe ku derkevin holê amade bin. Pêwendiyên leşkerî yên DYA-Iraqê dê bi rêya perwerde, îstîxbarat, çek û mekanîzmayên din ên hevkariya parastinê ya dualî berdewam bikin.
DAIŞ têk çû lê ji holê ranebû
Nirxandina CENTCOMê ya ku dibêje "ne gefeke sîstemtîk e", nayê wê wateyê ku DAIŞ li Iraqê ji holê rabûye.
DAIŞê piştî ku di sala 2014an de Mûsil bi dest xist, beşeke mezin a Iraq û Suriyeyê xistibû bin kontrola xwe û "xîlafet" ragihandibû. Koalîsyona bi pêşengiya DYAyê di heman salê de Tevgera Biryardariya Xweser da dest pê kirin. Serdestiya axê ya li Iraqê di sala 2017an de, û serdestiya wê ya dawî ya herêmî ya mezin a li Suriyeyê di sala 2019an de bi dawî bû.
Piştî vê yekê, rêxistin bi taybetî li herêmên bejahî û cihên ku gihîştina wan zihmet e, derbasî hicreyên biçûk bû.
Yek ji raporkirina kontrolê ya berfireh ku Wezareta Parastinê ya DYAyê di sala 2025’an de pêşkêşî Kongreyê kiribû, diyar dikir ku DAIŞ li Iraqê çalakiyên asta nizm meşandiye û daxwaza wê ya sereke parastina hebûna xwe ya rêxistinî ye. Ajansa Îstîxbarata Parastinê ya DYA’yê (DIA) wê demê rêxistin ji bo hêzên ewlehiyê û sivîlên Iraqê tenê wekî "gefeke marjînal" dinirxand. Dîsa jî raporê hişyarî dida ku ji ber êrişên nehatine ragihandin, dibe ku çalakiya rastîn a DAIŞê ji hejmara êrişên ku rêxistinê girtine ser xwe bilindtir be.
Hin rayedarên Iraqî û Kurd ku berî vekişînê ji Reutersê re axivîn, diyar kirin ku wan nîşanên zêdebûna çalakiyên şaneyên DAIŞê dîtine û wan ew fikar anîn ziman ku kêmbûna piştgiriya îstîxbaratî û leşkerî ya Amerîkî dikare qada tevgerê bide rêxistinê.
Sûriye bû navenda têkoşîna li dijî DAIŞê
Li hember paşveçûna gefa li Iraqê, CENTCOM îhtimala ji nû ve birêxistinbûna DAIŞê ya li Suriyeyê wekî pirsgirêkeke cidîtir dinirxîne.
Li gorî raporên Wezareta Parastinê ya DYAyê, rêxistin hewl dide sûdê ji jîngeha ewlehiyê ya parçebûyî ya li Suriyeyê wergire û ji nû ve xwe birêxistin bike. Wekî ku şaneyên DAIŞ’ê bi taybetî li derdora Hesekê û Dêrazorê êrişan pêk tînin, rêxistin di sala 2025an de berê xwe da êrişên li dijî hikûmeta nû ya Suriyeyê jî.
Hebûna leşkerî ya DYAyê ya li Suriyeyê di vê navberê de ji nû ve hat birêxistinkirin. CENTCOM’ê di sibatê de ragihandibû ku ew ji Bajaroka Leşkerî ya El Tenfê vekişiyaye, û tenê di du mehên berê de li Suriyeyê zêdetirî 100 meqamên DAIŞ’ê hatine lêxistin û zêdetirî 50 endamên DAIŞ’ê hatine kuştin an jî girtin.
Girtiyên DAIŞê yên li Iraqê
Ji bo Washingtonê pirsgirêka din a mezin a li Suriyeyê girtiyên DAIŞê ne. Koalîsyona bi pêşengiya DYA’yê di navbera meha rêbendan û reşemiyê de zêdetirî 5 hezar û 700 girtiyên mêr ên mezin ên DAIŞê yên li girtîgehên bakurê rojhilatê Suriyeyê veguhastin Iraqê. CENTCOM’ê ragihand ku ew operasyon ji bo girtina pêşiya birevên ji girtîgehan û bihêzbûna ji nû ve ya rêxistinê di dema guherîna nizamê ewlehiyê yê li Suriyeyê de pêwîst dîtine.
Gava leşkerên Amerîkî ji Iraqê derdikevin, bi hezaran ji kadroyên herî xeternak ên DAIŞ’ê ji Suriyeyê hatine spartin bin çavdêriya Iraqê.
Hewlêr 12 salan navenda eniya bakur bû
Baregeha Leşkerî ya Balafirgeha Hewlêrê di şerê li dijî DAIŞ’ê de, bi taybetî ji bo bakurê Iraqê û girêdana wê ya Suriyeyê, yek ji navendên sereke yên Koalîsyonê bû. Li gorî CENTCOMê, baregehê mazûvaniya nêzîkî 1,500 personelên Amerîkî û yên Koalîsyonê dikir ku piştgirî dida operasyonên li dijî DAİŞê.
Vekişîn ne biryareke ji nîşkê ve ye. Plana ku Washîngton û Bexdayê di Îlona 2024an de li ser lihev kiribûn ji du qonaxan pêk dihat. Di qonaxa yekem de mîsyona leşkerî ya Koalîsyonê ya li Iraqê dê bi dawî bihata û pêwendî dê veguhastibana hevkariya ewlehiyê ya dualî. Di qonaxa duyem de jî baregehên li Iraqê dê piştgiriya operasyonên li dijî DAIŞê yên li Suriyeyê kêm zêde heta Îlona 2026an berdewam bikirana. Vekişîna dawî ya ku di 30ê Îlonê de ji Hewlêrê hat kirin, rastî dîroka bi dawîbûnê ya ku ji bo vê qonaxa duyem dihat pêşbînîkirin hat.
(AEK/AY)
