Yekem jimara e-kovara kûltûra popûler a kurdan ya bi navê POPKURD derket.
Berpirs û edîtorên e-kovarê Mistefa Dogan, Omer Bextiyar û Ridwan Xelîl in. Ridwan Xelîlî herweha rûperên kovarê saz kiriye.
Mistefa Doganî ji bianetê re li ser kovarê got ew dixwazin kurdan ji hevdu re popûler bikin:
“ Em dixwazin Kurdan bi hevdû populer bikin. Çi edebiyat, çi sînema, çi şano, çi ger, di civata Kurdî de bila haya her kesan ji hev çêbe. Em dixwazin ne li ser tiştên qediyayî, li ser kes û tiştên heyî biseknin.
Di jimara yekem de Omer Bextiyarî portreya Ozlem Belçim Galîbê nivîsîye.
Xwendevanên POPKURDê dikarin li ser înternetê malpera kovarê û yekem jimara kovarê bibînin.
Edîtorên POPKURDê bi vê nivîsê ji xwendevanên xe re gotin”merheba”
“Merheba ji we re!
“Em bi kelecan û bextewar in. Lewre em bi kovareke nû ya dijîtal tên hafa we.
Çima kovareke kultûra popûler nîne?
“Rojekê em li ser kovarên Kurdî axivîn û me kêmasiya tunebûna kovareke populer kulturê ya Kurdî dît. Me ev rewş rexne kir, lê me got bes bi rexneyan tişt çênabe; lazim e ku em vê valahiyê tijî bikin. Ne ku em jî li enflasyon û îflasa kovarên Kurdî, kovarek zêde bikin…
“Dû re me zend û bend badan û me yekser dest bi xebat, plan û programa kovarê kir. Me di serî de got ku em kovareke dijîtal û bêmesref derxin.
"Kovareke aktûel"
“Me got em ê kovareke aktuel derxin ku tê de mijarên li ser sînema, muzîk, şano, edebiyat, magazîn û mîzahê hebin û me wisa jî kir. Jixwe hûnê bibînin.
Mirady bi hevpeyvînekê bersiva pirsên POPKURDê daye
“Di POPKURDê de; em dixwazin bêhtir meseleyên aktuel hebin û çavê me lê ye em vê e-kovarê bigihînin asteke baştir. Ev îdiaya me ye.
Nediyarîya roja qiyametê û jimara duyem
“Helbet em li benda fikr, xebat û piştgiriyên we ne jî.
Herwiha her dem li benda POPKURDê bin, lewre wek qiyametê ne diyar e dê kengî bê weşandin. Yanî kengî xwe amade bike wê demê wê derkeve.
“Em zêde dirêj nekin û serê we neêşînin. Ji bo hejmara duyem, niha em ê bixebitin, de bi xatirê we!”
Naveroka e-kovarê
(MB)