Şanoya Bajêr a Amedê wê lîstika xwe ya bi navê “Mirina Jeanne d’Arce ya din” li Stenbolê pêşkêş bike.
Lîstika ku Stefan Tsanevî nivîsiye, Dilawer Zeraqî wergerandiye kurdî û Berfîn Emektar derhêneriya wê dike, wê 24ê Çiriya Paşiyê li Avcilarê, 25ê Çiriya Paşiyê li Ataşehîrê û 26ê Çiriya Paşiyê jî li Şîşliyê bê nîşandan.
Berfîn Emektar: Ji ber kêmbûna derfetan, me lîstikeke lîstikvanên wê hindik hilbijart
Nûrşen Adiguzel, Yavûz Akkuzu û Ozcan Ateş lîstikvanên lîstikê ne. Lîstik cara pêşiyê di 6ê Çiriya Pêşiyê de li salona Şanoya Bajêr a Amedê hate pêşkêşkirin.
Stefan Tsanev, nivîskarê bûlgarî, ev lîstik ji ber dastana Jeanne d’Arca navdar amade kiriye. Li gorî ku dibêjin, Jeanne d’Arc di sedsala 15an de li Fransayê jiyaye. Beşdarî şerê Fransa û Ingilistanê bûye û bi jîrbûna xwe ya vî şerî nav daye. Lê paşê desthilatdaran ew weke sêhrbaz penase kiriye û di dawiyê de jî ew şewitandiye û kuştiye. (FD)