Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
“Min di sala 1974an de li Navenda Nûçeyan a TRTê dest bi rojnamegeriyê kir. 3 sal ewil ji ber nexweşiya ji çavên min, dev ji kar bedam.
Di nav jiyana min a xebatê de min 20 salan li zanîngehên Stenbol, Marmara, Bilgi, Enqere, Eskişehir Anadolu, Îzmîr Ekonomî, Bahçeşehir û Kadir Hasê dersên destpêka rojnamegeriyê û nûçeyan da.
Helwesta min a rojnamegeriyê weke Anglosaksonan yanê ji civakê berpirsbûn e. Yanê helwesteke klasîk e.
Eger em bi kurtasî bînin ziman; rojnameger agahiyê radigihîne. Piştre hewl dide ku li ser pêvçûnên di nav civakê de nîqaş were kirin ku ew pirsgirêk werin çareserkirin. Rojnameger ji bo vê yekê jî çi ji destê wî/ê bê dike.
Li Tirkiyeyê pirsgirêka sereke Pirsgirêka Kurd e û ji ber vê yekê ji bo derbarê vê mijarê de fikrên cuda neyên winda kirin min di wê hevgiriyê de cih girt, bo rojekî bûme berpirsê weşana giştî. Ev yek peywîra rojnamegeriyê ye.
Weke hiqûqê, rêgez û nirxên navneteweyî yê rojnamegeriyê jî hene. Min jî di hemû jiyana xwe ya xebatê de hewl da ku ez li gorî wan nirx û rêgezan tevbigerim.
Ez ji her kesî baştir dizanim ku polîtîkaya rojnameyek bi 2-3 saet rûniştina li ofîsa wan nayê guherandin.
Ji xwe ti kesê ku beşdarê kampanyaya Nobedariya Weşanê bûbû, ji bilî rûpela yekem tevli rûpekên din nedibû û nedixwend jî. Ji xwe peywîreke wan ê wiha jî tine bû.
Tişta ku ez herî baş dizanim jî ew ku rojnameger divê li dijî hemû desthilatdaran ligel welatiyan û komên cuda cih bigre. Ev yek bo rojnamegeriyê nirxeke gerdûnî ye.
Ez di çapemeniya sereke de xebitîm û min di serdema 12ê Îlonê de jî vê nirxê binpê nekir. Ji bilî Cemîyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê û Yekîtiya Mulkiyeyiyan zêdetir bi ti rêxistinê re ti têkiliya min nîn e.
Ji xwe ez niha jî endamê Komîsyona Etikê ya Cemiyeta Rojnamegeran im.
Di dawiyê de dixwazim bêjim ku ez li nirx û rêgezên navneteweyî ya rojnamegeriyê xwedî derketim. Yanê min peywîra xwe bi cih anî. Li gorî min ev yek ne sûc e.
Ji bo vê yekê ez dixwazim derbarê min de biryara beraetê were dayîn.
(TE/EA/YO)