Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî duhî “Stratejîya Reformên Dadkirinê” eşkere kiribû. Seroka Komeleya Mafên Mirovan(IHD) bersiva pirsên li ser stratejî da.
Keskînê ji bianetê re got dema wê guhdarîya Erdoganî dikir wê digot qey ew li “dinyayeka efsûnî” ye.
Wê got:
“Wî ji beriya salan gotibû êdî toleransa wan a ji bo îşkenceyê sifir e. Lê bi salan e di kiriyarê de îşkence heye. Hema îro bi xwe min û jineka li girtîgehê hev dît. (Karmendên girtîgehê) jina ku 5 meh in ducanî ye, çîp tazî kiriye û jêre gotiye rûne û rabe û bi vî awayî îşkence lê kiriye.
Wêne û vîdeoyên îşkenceyê
Eren Keskînê diyar kiriye ku li medyaya civakî wêne û vîdeoyên îşkenceyê têne weşandin.
“Li (medyaya civakî) bikarhêner bi awayekê gelek eşkere wêne û vîdeoyên îşkenceyê diweşînin. Gelekê zelal e ku aliyekê dewletê van dîmen û vîdeoyan belav dikin. Min ti caran nedîtîye ku tûnkarî ev qasê meşrû bûyî
“Di salên 90ê de mafê me yê azadîya xweîfadekirinê dihat binavkirin. Lê ti caran ji bo girtinê ev qasê bêperwatî nedihat kirin. Mirov hê dema îfadeyê didin têne girtin.”
(AS/MB)