TURKAN ELÇÎYÊ LI SER TAHIR ELÇÎYÎ HELBESTEK NIVÎSÎYE
“Min hingî xwe diceriband ku li klîbê temaşe bikim, min nedikarî û digirt”
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Turkan Elçîyê helbestek li ser Tahir Elçîyî nivîsîye û Hîvronî helbest kiriye stran. Kom mûzîkê klîba stranê weşandiye. Me pirsa klîbê ji Turkan Elçîyê kir.
Turkan Elçîyê diyar kir ku cara yekem e wê helbesteka bi zimanê kurdî nivîsîye. Li ser klîbê got:
“Min hingî xwe diceriband ku li klîbê temaşe bikim, min nedikarî û digirt. Piştî demekê ceribandinên min li min bû ezîyet. Dîmen bîran tîne bîra mirovan. Piştî gelek ceribandinan min karî li klîbê temaşe bikim. Lê hê jî nikarim di carekê de lê temaşe bikim.
“Helbesta min a yekem a kurdî ye. Min ji Neşetî [Neşet Girasun] re rêkir û min gotê ka çawa ye?
“Wî got gelek baş e dikare bibe gotinên steranekê. Wî nîşanî Hîvronî kiriye.”
Jaro
Helbesta Turkan Elçîyê ev e:
“Jaro Memo Mem yar e
Cudî buhar e
Can li ser teneşîrê sar e
Bi çûndina te her roj mijdar e
Gelo çima
Bajar di xewa kûr de xewar e
Jaro
Jiyan her tim li me bêsihar e
Memo Mem yar e
Cûdî payîz e
Payîz zer e
Bi çûndina te hinara rengîn
Erd û ezman jar e
Emir li me yek car e
Mixabin nabe dubar e
Memo Mem yar e
Kolan tarî û kevnar e
Şev tarî, bi dizî were
Te digot can li ser tenaşîrê sar e
Rih sar e
Can sar e
Ezbenî rabe sir û seqem e
Îsal ferman li me zor kîndar e.”
(MB)
Tahir Elçi davasında TÜBİTAK raporu beklenecek
Baroya Amedê giliyê rêvebirekî AKPyê kiriye
Diyarbakır Barosu'ndan AKP'li ilçe başkan yardımcısı hakkında suç duyurusu
Türkan Elçi: Şiddet dilinden arınmaya ihtiyaç var
HDP’den Tahir Elçi cinayeti için araştırma önergesi
Lawyer, human rights defender Tahir Elçi commemorated on 7th anniversary of murder
Tahîr Elçî li ber Minareya Çarling hat bibîranîn: Ronîkirina vê dozê erka siyasetê ye
“Cinayeti, uğraştığı davalar gibi faili meçhul bırakılmak isteniyor”
HDP, Tahir Elçi cinayetindeki cezasızlığa dikkat çekti
İHD: Tahir Elçi cinayeti faili meçhul bırakılmak isteniyor
VÎDEO - NÛÇEYA MURAT BAYRAMÎ
Îşev, don’t cry yadê!
NIVÎSA MURAT BAYRAMÎ
Şîreta li tûrîstan: "Kurdî zimanê terorîstan e"
NÛÇEYA MURAT BAYRAMÎ
Penaberên Efxanî û Pakistanî li Amedê asê mane
VÎDEO - NÛÇE
Kerên karker ên şaredarîyê rojeka xwe çawa diborînin?
MURAT BAYRAMÎ NIVÎSAND
Rapora Reutersî û tama tehl a gîyayê hewşê