Fotograf: Jiyan Erkılıç
Devran Tûran piştî 35 rojan di ser erdhejê re derbas bû, îro cara pêşiyê çû dibistanê. Devran diçe pola 4an. Wî bêriya hevalên xwe û dibistana xwe kiriye lê ji ber erdhejê, ditirse.
Piştî erdhejên 6ê Sibatê li 10 parêzgehan perwerdehî hatibû rawestandin. Ji 1ê Adarê pê ve li Amed, Kilîs û Riha perwerdehiyê dîsa dest pê kir û ji danê vê sibê ve li Dîlok, Osmaniye û Edeneyê li dibistanên seretayî, navîn û amadeyî ders dest pê kirin. Tê payîn ku li Hatay, Semsûr, Meletî û Mereşî di 27ê Adarê de perwerdehî dest pê bike.
Dê û bavên ku ji bianetê re axivîn, diyar kirin ku ji ber erdhejên berdewam dikin ew bi fikar in zarokên xwe bişînin dibistanê. Li aliyê din dê û bav dixwazin perwerdeya rû bi rû dest pê bike da ku zarok di zûtirîn demê de ji psîkolojiya erdhejê xilas bibin û xwe bi jiyana asayî re biguncînin. Bedîa Çelîk a ku li Dîlokê ji ber erdhejê mexdûr bû, diyar kir ku ji ber erdhej berdewam dike wê keça xwe neşand dibistanê. Velî Çelîkî jî got, “Em li herêma erdhejê ne. Dê demekê wiha bidome. Metirsiya erdhejê hê jî didome û ez naxwazim zarokê xwe bişînim dibistanê. Ji ber ku ez ditirsim. Dema ku ew li dibistanê ye, dibe ku erdhejek çêbibe. Em bêbiryar in keça xwe bişînin dibistanê, ji ber ku em nikarin têkevin mala xwe tevî ziyan negihiştiye malê."
*Li Dîlokê zarok piştî 35 rojan çûn dibistanan
Aysel Tûranê jî anî ziman ku ji ber xwestiye psîkolojiya erdhejê derbas bike wê zarokê xwe yê pola 4.an bi fikar şandiye dibistanê. Tûranê got, “Heta niha em di konî de ne ji ber ku em ditirsin. Ez ê îro bişînim, ji bo zarokê min hevalên xwe çêtir bibîne. Ez hêvî dikim ku heta ez li dibistanê me erdhej çênebe."
Devran Tûranê xwendekar anî ziman ku piştî 35 rojan wî dîsa dest bi dibistanê kir û got: “Min gelek bêriya dibistana xwe û hevalên xwe kiriye. Ji aliyekî ve ez ditirsim. Dê û bavê min ji min re gotin ku eger erdhejek çêbibe ez ê çi bikim. Lê ev tirsa min ji holê ranake. Ez tenê hatim dîtina hevalên xwe. Dibe ku ez sibe neçim dibistanê. Ger erdhejek çêbibe ez ê çawa derkevim? Ez bi tenê ditirsim."
Li Nûrdagî û Islahiyeyê di konteyniran de ne
Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egitim Sen) destnîşan kir ku divê li dibistanên ewlene, zûtirîn demê de perwerde bê destpêkirin.
Serokê Şaxa Eğitim-Senê yê Dîlokê Omer Parlakçiyî ji bianetê re diyar kir ku li tevahiya bajêr li zêdetirî 200 dibistanan perwerdehî nayê dayîn û diyar kir ku li Nurdagî û Îslahiyeyê du navçeyên ku herî zêde di erdhejê de ziyan dîtine, perwerde li konteyniran dest pê kir.
Parlakçiyî diyar kir ku ji bo ku zarok û malbat vegerin rewşa asayî, bi rayedarên wezaretê re axivîne. Wan ji Wezaretê xwestiye ku pêvajoya adaptasyonê bi rê ve bibin, lê belê ev daxwaz bicih nehatiye: “Li Dîlokê li dibistanan kontrol hatin kirin. Xwendekarên dibistanên ku zirar dîtine şandin dibistanên din. Li dibistanên dudemî ders daxistin 30 deqeyan, lê li yên na. Niha li dibistanên Dîlokê, em dibînin ku zêdetir ji sedî 90 xwendekar çûne, tevî ku çûn ne mecbûrî ye. Ev jî nîşan dide ku zarokan bêriya dibistanê kiriye û malbat jî piştgiriyê didin vê rewşê.” (JE/FD)