Narîn Gûran di 21ê Tebaxê de winda bûbû û duh danê sibê di çem de di nava çewalek de hat dîtin. Di çarçoveya lêpirsînê de malbata Narînê jî di nav de 24 kes hatin desteserkirin. Hatibû tespîrkirin ku N.B. bi wesayîta xwe çûye ber çemê ku cenazeyê Narînê lê hatibû dîtin. Piştî N.B. hat desteserkirin û di jêpirsînê de têkildarî kuştinê hin tişt îtiraf kir.
Narîn Guran hat definkirin
"Salim got ku ez ê zêdeyî 200 hezar lîreyî bidim te"
Li gorî agahiyên ku bianetê bi dest xistine N.B.yê ku li xwe mikur hatiye ne ji malbatê ye û ne jî xizmê Narînê ye. Gumanbar di îfadeya xwe de diyar kiriye ku apê Narînê Salim Gûranê ku niha girtî ye, Narîn Gûran di nava betaniyê de bi awayekî pêçandî bi wesayîtê ji bo wî aniye û gotiye, "Divê tu vê ji holê rake."
N.B. di îfadeya xwe de wiha berdewam kiriye: “Min dît ku di wesayita mixtar de mirovek heye û ez matmayî mam. Salim got ku ez ê zêdeyî 200 hezar lîreyî bidim.”
N.B. diyar kiriye ku piştre wî termê Narînê biriye ber çem û poşîman bûye lê fikiriye ku divê ew ji cenazeyê xilas bibe.
N.B, aniye ziman ku cenazeyê Narîn Gûranê di 21ê Tebaxê de, roja destpêkê a windabûna Narînê daye wî.
Apê Narîn Guranê şandin edliyeyê
N.B. destnîşan kiriye ku piştî ku ew gîhaştiye ber çem ji bo devê çewal girê bide li bend geriya û bi bendê çenteyê Narînê devê çewal girê daye. Piştre çewal daniye ber dara li nav çem ku cihekî ne zêde kûr bûye.
N.B. gotiye: "Ez fikirîm ku ji bo çewal ji aliyê kesekî ve neyê dîtin, min di nava avê de kevirek danî ser çewal. Giraniya kevir derdora 15-20 kg bû. Li kêlekê jî kevirek hebû. Min pejik û qirş dananî ser çewal. Ji ber ku serê çewal hatibû girtin. Paşê ez ji vir li wesayita xwe siwar bûm û çûm mala dişa/balduza xwe."
Gumanbar N.B diyar kir ku bûyer di 21'ê Tebaxê de roja windabûna Narîn Gûran pêk hatiye. Çemê îftutmazê ku cenazeyê Narîn Gûran lê hat dîtin, ji 21'ê Tebaxê û vir ve 3 caran lêgerîn hate kirin.
Gumanbar N.B di îfadeya xwe de diyar kir ku di 21ê Tebaxê de termê Narîn Gûran biriye ber çem. Çemê ku cenazeyê Narîn Gûranê lê hat dîtin, ji 21ê Tebaxê û vir ve 3 caran lêgerîyan bûn.
Her weha di otopsiyê de ji termê Narînê 91 nimûne hatine wergirtin. Hatiye dîtin ku di nava çewal de lingê wê yê çepê ji çongê jê hatiye qutkirin û li stûyê wê şop hene.
Parçeyên hestiyên Narînê di çarçoveya otopsiyê de ji bo Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê hatine şandin.
(ED/AY)