Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku 8em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind sal û 15 roj cezayê girtîgehê yê li Ozgur Bogatekîn, Midûrê Nûçeyan ê Rojnameya Gerger Firatê hatiye birîn, di meha Hezîranê de pesend kir, agahdarname ji Bogatekînî re hatiye şandin. Di nivîsê de ji Bogatekînî hatiye xwestin ku xwe radestî dozgeriyê bike.
Ji ber nûçeyên ku di sala 2013an de li rojnameyê hatibûn weşandin cezayê girtîgehê li Bogatekinî hatibû birîn. Di wan nivîsan de rexne li Omer Bilgin, Qaymeqamê demê yê Gergerê hatibû kirin û li gorî Xala 125an a Qanûna a Cezayan a Tirkan (TCK) ceza lê hatibû birîn.
Ji ber heman nûçeyan lêpirsînname ji bo Haci Bogatekîn, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê rojnameyê jî hatibû amadekirin. Dozgerê ku lêpirsîna Haci Bogatekînî dişopand nûçe di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de nirxandibû û hewceyî vekirina dozê nedîtibû.
“Nûçeyên me rexneyî bûn”
Ozgur Bogatekînî diyar kir ku ew duh (21ê Tebaxa 2020an) çûye Buroya Serbestiya Bikontrol û ew ê roja duşemê biçe cem dozgerî. Her weha got dê wê demê diyar bibe bê ka wê bikeve girtîgehê yan na.
Bogatekînî destnîşan kir ku nûçeyên wan “nûçeyên rexneyî bûn” û wiha axivî:
“Lêpirsînname ji bo bavê min Haci Bogatekînî jî hate amadekirin. Ji ber heman nûçeyan lêpirsînên cida cida ji bom in û bavê min hate amadekirin. Yanî dozgerekî lêpirsîna min dozgerekî din jî ya bavê min kir. Lêpirsîna bavê min bêencam ma. Lê doz li min vekirin. Piştî dadgehkirinê jî cezayê girtîgehê dane min. Dadgeha Bilind piştî bi 6 salan di Hezîrana 2020an de cezayê min pesend kir.
“Bi gotineke din ji ber nûçeyên min beriya niha bi 7 salan nivîsandiye ez ê niha bikevim girtîgehê. Û dozgerê ku îdianame amade kiriye, niha ji ber FETOyê girtî ye. Min behsa gendeliyan kir lê cezayê girtîgehê dane min.”
Erol Onderoglû, Nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) yê li Tirkiyeyê jî biryara zindanîkirina Bogatekînî rexne kir û got ku “Li civakên ku di nava demokrasiya hemdem de pêş ketine rojnameger bi tohmeta heqaretê naşînin girtîgehan.” (HA/FD)