*Wêne: Haluk Tarcan/ London/ bianet
Li gor jimarên fermî, di rojên Semî û Yekşemê de milyon û nîv kes beşdarî meşa rûmetê ya li Londonê bûne.
Wêneyên rêberên li dijî zewaca hevzayendan hat nîşandan
Di meşê de wêneyên rêberên ku piştgirî nedane zewaca LGBTİ+an hat nîşandan. Di nav wêneyan de wêneyê serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û serokkomarê Îranê Hesen Rûhanîyî jî hebûn.
Gülben Ergen jî li wê derê bû
Gulben Ergen a stranbêj jî yek ji beşdarên meşê bû.
Wê li hesabê xwe yê Instagramê nivîsîye "mirov bi hilbijartinên xwe, reng û hestên xwe her dem yên herî qedirbilind in."
(PT/MB)