Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hefteya Rûmetê ya 8ê ya Mêrsînê wê di navbera 27 û 31ê Tîrmehê de li dar bikeve. Mijara îsal "Îlluzyon" e.
Bername wê 27ê Tîrmehê roja Çarşemê saet di 19.00ê de li ber avahiya Egitim-Senê bi civîna çapemeniyê destpê bike. Di Hefteya Rûmetê de wê panel bên li darxistin, fîlm bên nîşandan, beşdar biçin seyrangehê û pêşangeh vebe.
Komîteya Hefteya Rûmetê ya Mêrsînê bi peyama “Hêviyê biniçikîne, bêhêvîtiyê aş bike” banga beşdariyê kiriye.
Di Hefteya Rûmetê de wê bi navê "Îluzyona Çapkirî" li Komeleya LGBTI+yan a Mûammayê pêşangehek, bi navê "Xeyalan bike Lûbûnya" li Chat Noirê pêşangehek û bi navê "Pêşangeha Qutîka Din" li Atlihan Hotelê jî pêşangehek vebe. Di 29ê Tîrmehê de wê yariyek li dar bikeve, di 30ê Tîrmehê de wê fîlmê bi navê "Kekre" bê nîşandan. Di 31ê Tîrmehê de jî wê beşdar biçin seyrangehê û bername bidawî bibin. (MD/AÖ/FD)