Herdu pirtûkên rêzeromana Mehmet Oncuyî çap bûne. Navê sêbareyê “Mij” e û Weşanxaneya Sîtavê ji vê rêzeromanê romana bi navê “Helkîna Bayê Xerbî” û ya bi navê “Peşkên Baranê” weşandiye. Çîrokên van rêzeromanan li bajarê Semsûr û derdora wê derbas dibin. Piştî demekê wê romana sêyem ya bi navê “Pirîskên Berfê” jî were çapkirin.
Çîroka van romanan li serdema rûxîna Dewleta Osmaniyan û damezrandina Komara Tirkiyê rast tê.
Romana pêşî "Helkîna Bayê Xerbî", bi xewna Wartûhiya jina Keworkî destpêdike û bi çîroka Bêdrosê ku ji hêla çelpesûqekî bi navê Ûsê Kerro va hatî kuştin bi dawî dibe.
Romana duyemîn "Peşkên Baranê", bi ragihandina seferbegligê ya di sala 1914an de destpê dike, bi fermana ermeniyan ya di sala 1915an de berdewam dike û bi çîroka Wartûhiya jina Kework a ku herdu kurên xwe yên bi navên Mîsaq û Qarapêt dispêre binemaleka kurd û qizilbaş bi dawî dibe.
Romana sêyemîn ya bi navê "Pirîskên Berfê" jî bi nameya Gedero Mayrik a ku sirgûnî Dêrazorê dibe û paşê tê li Şarê Helebê dijî destpêdike û bi mirana lehengê wê yê bi navê Mîsaq Manûsyan a di sala 1944an de li Parîsa paytexta welatê Fransayê diqede.
Ji metna danasînê...
"Hersê romanên ku nivîskar Mehmet Oncu weke rêze roman nivîsandî, ronahiyê li wê serdemê, serdema ku çirkeçirka dengê çatiya dewleta osmaniyan tê guhê mirov digre. Dema mirov li rûdanên di van rêzeromanan de rûdayî dinêre, gelek agahiyên ku ji gel hatî veşartin aşkera dibin, qod û şîfreyên xapandina xelkê kurd deşîfre dibin û mirov serdeyî kîmyeya şar û bajarên kurdan dibe. Dek û dolab, fên û fît, hîle û entrîkayên dewletên wek alman, îngîliz û fransiz li ber çavan tên raxistin. Kuştin û sirgûnên li ser xelkê ermenî û sûryanî tên sepandin bi awayekî çîptazî tên ber çavan, belê di vê navberê de buxtanên ku li xelkê kurd hatî kirin, nerastbûna tawanbarkirina vî gelî zelal dibe.
Di romanê de gelek çîrokên dramatîk ên ku bi kuştin û qirkirina xelkên ermenî û sûryanî bi dawî dibin hene. Hemû çîrokên di vê rêzeromanê de heyî, bi awayekî rewanbar diherikin tên, li ber deriyê binemala Kework Manûsyan digihîjin hev û hevdu dibirin."
(FD)