Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mihrîcana Meryemayê ya Gokçeadayê hatiye betalkirin. Îsal wê Komeleya Perwerde û Çandê ya Îmrozê mihrîcan bi rê ve bibira. Her sal mihrîcan di navbera 14-16ê Tebaxê de pêk dihat û ji bo îsal jî destûr hatibû standin. Lê ji ber ku giliyê mihrîcanê li bal Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê (CIMER) hatiye kirin, rêveberên komeleyê biryar dane ku mihrîcanê
Rayedarên Komeleyê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku wan bi erêkirina Muxtariya Tepekoyê û bi destûra Qaymeqamiya Gokçeadayê biryar dabû mihrîcanê çêbikin lê hin kesan giliyê wan li cem saziyên peywendîdar kirine û di nava van şert û mercan de ew ê nikaribin bernameyê li dar bixin.
Derbarê Mihrîcana Meryemayê de
Mihrîcan her sal di navbera 14 û 16ê Tebaxê de li Gokçeadayê pêk tê. Biasîmanan ketina Meryemayê ango Dayika Îsayî tê pîrozkirin û ew û cejn di heman rojan de tê pîrozkirin. Gokçeadayiyên li Yewnanistan û welatên din dijhin, zarok û neviyên wan di dema mihrîcanê de tên ba hev.
Li gorî baweriya Xristiyanan, roja mirina kesên pîroz weke şahiyê tê pîrozkirin. Kesên rûm vê mihrîcanê li dar dixin û di dema mihrîcanê de girav gelekî qedebalix dibe.
Mihrîcan li Tepekoyê pêk tê. Li gorî kevneşopiyê 14ê Tebaxê saetên êvarê ajal tên serjêkirin û goşt di sîtilan de tê kelandin. 15ê Tebaxê li qada gundî xwarin, şêranî, şerab tên belavkirin û beşdar bi hev re xwarinê dixwin. Paşê direqisin û stranan dibêjin.
Pereyên ku ji mihrîcanê tên berhevkirin ji bo xebatên perwerdeyê û pêdiviyên Tepekoyê tên xerckirin.
Di bernameya îsal de Petros İmvrios, Lambros Kafkulas û Troia Trio wê derketana ser dikê. (HA/FD)