Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji bo Mîhrîcana Navneteweyî ya FotoIstanbolê ya Beşîktaşê, berhemên 60 wênegiran gihan hev. Mîhrîcan dê heta 30ê Çiriya Pêşiyê bidome.
Li pêşangehê 60 pêşangeh, 12 civîn û panel û rojên îmzekirina kitêban dê bê pêk anîn.
35 hûnermendên navnetweyî yên wek Sandro Miller, Ruud van Empel, Antonie D'agata, Christer Strömhölm, Nick Brandt, Daesung Lee, Mandy Barker, Josef Hoflehner, Kai Widenhofer, Henrik Spohler, James Mollison, Shadi Ghadirian, Tomasz Lazar, Marcus Lyon, Jean Fransuva Lepage, Park Seung Hoon dê berhemên xwe nîşan bidin. (NV/MB)