Enstituya Kurdî ya Parîsê û komeleya Sînemaya Franco-kurde CinéBej dê 3-6ê Tîrmehê “Mihrîcana Fîlmên Kurdî” pêk bîne.
Mîhrîcan dê bi alîkarîya Wezareta Çandê ya Fransayê, Şarederiya Parîsê û navenda Wallonie-Bruxellesê bê pêkanîn. Fîlm dê li Wallonie-Bruxellesê bêne nîşandan.
Di sê rojên mîhrîcanê de 19 fîlmên kurdî dê bêne nîşandan. Di roja pêşiyê de fîlma "Efsaneya Qiralê Kirêt (Yilmaz Guney)" dê bê nîşandan. Derhênerê fîlmê Huseyin Tabak û produktorê fîlmê Mehmet aktaş jî dê beşdarî bernameya nîşandana fîlmê bibin.
Amadekarên mîhrîcanê bi vê bangnameya li jêr ji sînemahezan xwest ew beşdarî mîhrîcanê bibin.
Cara yekem e
“Mihrîcana Fîlmên Kurdî ya Parîsê (FFKP) kêfxweş e ku bangê ji bo yekemîn mihrîcana xwe li we dike ku di navbera 3 û 6ê tîrmeha 2019an li navenda Wallonie-Bruxellesê li dar dixe. Di van 3 rojan de 19 fîlmên kurdî (fîlm û kurte-fîlm) dê werin pêşkeş kirin ku ew ji filmên rengereng, wekî anîmasyon, belgefilm û fîksiyonên tevlihev pêk tên. Ev fîlmên cûda dîsa danasîna kes û kollektîvên çêkerên fîlman jî dike ku ew fîlmên xwe ji Kurdistanê pêk anîne.
Piştî 14 bajaran dora Parîsê ye
Logoya Mihrîcana Fîlmên Kurdî ya Parîsê
“Ji salên 2000î ve, mihrîcanên taybêt li gelek bajarên Kurdistana Turkiyê, (Êlih, Amed), Îraqê (Slêmanî, Dihok, Hewlêr), Îranê (Sine), û Sûriyê (Kobanê) û li metropolên dunyayê wekî Berlîn, London, Stokholm, Stenbol, New York, Kopenhag û dîsa li Hambûrgê bi awayekî pêşketî hatine pêk anîn. Yekemîn mihrîcana fîlmên Kurdî ya Parîsê, ji heman tamarê ya van çalakiyên cûdacûda ye ku ew ê ji bo profesyonel û hezkiriyên sînemayê bibe cihê hevdîtineke mezin.
“Nozdeh fîlm hatine berhevkirin : Fîlm û kurte-fîlm, belgefîlm, anîmasyon û fîksiyon, ji bo temaşevanan û tunebûniyê. Ew nozdeh nêrîn, nozdeh çîrokên taybet ku ji aliyên cûda-cûda yên Kurdistanê ne. Kevneşopî, stran, edet û hestyarî di nivîsîna fîlmên cûda de tehlihev dibin, hîn caran jî helbest û polîtîka.
“Bernameya me şewqekê danasîna şexs û kollektîvan e ku avakerên fîlman ava dikin. Di nav her yek fîlmên wan de, ew wergera têkiliyên hunerî yên nêzîk bi rastiya çanda welatên diyasporayê û herêmen Kurdî dikin ku ew herêmên wan in yan jî bibîr dixin ku encamên çalakiyên polîtîk û leşkerî ku car-caran ew jî bûbûn şahid.
“Ji sînorên avakirî dûr”
“Mihrîcan dixwaze di sê rojan de ji sînorên avakirî dûr, hevkariyeke hunerî bide jiyan. Ew ê nêzikahiyeke rexneyi pêşkêş bike li dora filmên ku ji herêmên cûda hatine û hewl bide ku berhemên filmî yên ku ji salen 2000an ve zêdetir dibin bide nîşan dan da ku bibe garantiyeke hunerî û cîhekî bîranînê ji bo pêşerojê.
“Mihrîcan ji aliyê Enstituya Kurdî ya Parîsê û komeleya Sînemaya Franco-kurde CinéBej ve û bi alîkariyên Wezareta çanda Fransayê, Şarederiya Parîsa û navenda Wallonie-Bruxelles ve hatiye organîze kirin.”
(MB)