Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Weqfa Çand û Hûnerê ya Stenbolê bû cara 36. ku Mîhrîcana Fîlman pêk tîne. Mîhrîcanê li TİM Maslak Show Centerê dest pê kir.
Li rêûrismê Kalbenê stran gotin.
Mîthat Alamî xelata Keda ji bo Sînemayê stand. Xelatên Rûmeta Sînemayê, Barış Pirhasan, Çetin Tunca, Selma Güneri, Macit Koper û Ian McKellenî standin. Di rêûrismê de ji bo hûnermendên di sala 2016ê de mirîn vîdeoyek hat nîşandan. Di vîdeoyê de hûnermendên Vedat Türkali, Tarık Akan, Pınar Odabaş Aktuğ, Giovanni Scognamillo û Halit Akçatepe hatin yadkirin.
Piştî rêûrismê fîlma Notias hat nîşandan.
McKellen: Serê xwe rakin
Lîstikvanê ku bi fîlma Efendiyê Gustîlkan, Richard III û gelek fîlmên mezin navdar bûyî, Sir Ian McKelleyî got:
“Dîrok û serborîyên welatê me ji bo beşên dî yên dinyayê jî girîng in. Ez ji we re pêşniyar dikim ku di hemî dema festîwalê de û nemaze di roja Yekşemê de serbilind bin.”
Pîrhasan: Ez xelatê ji bo rojnamegerên girtî û hûnermendan distînim
Bariş Pîrhasanî di dema xelatstandinê de got: “Ez dibêjim qey niho ji hemî deman zehmettir e ku em bikarin birûmet bin. Ez vê xelatê ji bo wan rojnamegerên di girtîgehan de, dost, heval û hevrêyan distînim.”
59 fîlm dê bêne nîşandan
Mîhrîcan dê di navbera 5-15ê Nîsanê de be. Di Mîhrîcanê de ji 61 welatan 186 fîlmên dirêj û 17 fîlmên kurt yên 207 derhêneran bên nîşandan.(ÇT/MB)