Mihrîcana FîlmAmed a Belgefilman ku beriya niha bi piştgiriya Şaredariya Kapapinarê ya Amedê ve dihat lidarxistin, ji ber erkdarkirina qeyûm a ji bo şaredariyê par çênebûbû. Lê ekîba Mihricanê biryar standiye ku îsal careke din Mihricanê li dar bixe.
Mihrican di navbera 23 û 27ê Gulanê de wê li Amedê bi rê ve biçe û ekîba Mihricanê "Fîlmê xwe bîne û were" weke slogan ji xwe re diyar kiriye.
Ekîp bi vê sloganê bang li sînemageran dike ku beşdarî Mihrîcanê bibin û wiha dibêje:
"Em bang li hemû sînemgeran dikin û dibêjin “FÎLMÊ XWE BÎNE Û WERE!” Ji ber ku şert û mercên me ne guncav in em dixwazin kesên ku belgefîlman çêdikin bi derfetên xwe fîlmên xwe bînin û tevlî vê hevkarî û berxwedanê bibin. Ji ber van sedaman em ê mihrîcana xwe bir dirûşmeya “FÎLMÊ XWE BÎNE Û WERE!” li dar bixin. Sînemagerên ku nikaribin bi derfetên xwe tevlî bibin jî qet nebe fîlmên xwe bişînin û ji mihrîcana me re bibin deng û rengek. Em ê li benda we bin."
Serîlêdanên beşdariya Mihrîcanê wê heta 1ê Gulanê ya 2018ê berdewam bike. Kesên ku bixwazin fîlmên xwe bişînin dikarin vê navnîşanê bi kar bînin:
Mihrîcana FîlmAmed a Belgefîlman
Dawiya Serîlêdanê: 1 Gulan 2018
Navnîşan:
Mail: [email protected]
Diclekent villaları. 257 sok. No:10 Kayapınar/Diyarbakır/ Pale Huner
Têkilî: 05446331578
(FD)