Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, herêma Başûr-Rojhilatê Anatolyayê ne tê de, ji ber ba û bahozê hemû welatiyên Tirkiyeyê hişyar kirine. Duh hişyarî bi tenê ji bo hêla navîn û bakur a Egeyê û herêma Marmarayê ev hişyarî dabû. Rengê hişyariya Midûriyetî pirteqalî ye.
Saziyê di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek weşandiye û tê de wiha gotiye: “Di serî de deverên navîn û yên bilind ên Marmara, Ege, Anatolyaya Navîn, Rojavayê Behra Spî û Rojhilatê Behra Spî, li bakûrê Behra Reş û Rojhilatê Anatolyayê wê ba rabe. Sireata ba wê ji rojava û bakur-rojava bi sireta 60-90 km/sa, li deverên bilind cih bi cih 100 km/sayê be..”
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê her weha diyar kiriye ku sibê jê li Behra Reş Behra Spî sireta bayê di saetê de 90 kîlometre be û 1ê Kanûna Pêşiyê, saetên êvarê wê bandora wê kêmtir bibe.
KODA PIRTEQALÎ: Dema rewşa hewayê xetereyê çêbike ev reng tê bikaranîn. Di vê rewşê de ihtimal heye ku mirin û ziyan çêbibe. Di vê rewşê de divê mirov tedbîran bistînin û rewşa hewayê ji nêz ve bişopînin.
Li gelek deveran ziyan çêbûye
Ji ber rewşa heyî li Bolûyê agir bi çendîn cihan ketiye. Li gundên Tatlar û Yeni Akçakavakê gundiyan agir bi pirêzeyan xistine û ji ber bayî agir gûr bûye. Tîmên agirkuj her du agir jî vemirandine.
Her weha li Kolana Kanalê ya Taxa Sandallarê jî agir bi avahiyekê hetiye ku xirbe bûye. Tîmên agirkuj ev agir jî vemirandine. Ji ber bayê gûr, li gelek deveran elektrîk qut bûye.
Li Stenbolê wê xwendekar neçin dibistanan
Ji ber ba û bahozê li Stenbolê wê îro xwendekar neçin dibistanan. Li gelek deveran serbanî ketine û ziyan çêbûye
Li Mûglayê jî ji ber ba, pêlên behrê bilind bûne û welatiyên ku li wan deveran bûne, bi zehmetî ji wir çûne. (TP/FD)