Derbarê 5 xwendekarên Zanîngeha Anadoluyê yên ku di 4emîn Meşa Rûmetê ya Eskîşehîrê (9ê Hezîrana 2024an) de bi midaxeleya polîsan hatibûn desteserkirin, bi tohmeta ku "Beşdarî civîn û meşên derqanûnî bûne û tevî ku hatine hişyarkirin, belav nebûne" îdianame hat amadekirin.
16emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Eskîşehîrê îdianame qebûl kir. Danişîna yekem di 18ê Sibata 2025an de ye.
Şêwirmendiya Hiqûqê ya Rektoriya Zanîngeha Anadoluyê, ji 16emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Eskîşehîrê ya ku dê dozê bi rê ve bibe re daxwazname nivîsand û wiha got:
“5 xwendekarên ku di 4emîn Meşa Rûmetê ya Eskîşehîrê de hatibûn desteserkirin û derbarê wan de doz hatibû vekirin, dikarin li zanîngehê perwerdeya xwe bidomînin yan na.”
Şêwirmendiyê ji dadgehê daxwaz kir ku biryara xwe ya derbarê mijarê de ji dibistanê re bişîne.
(TY/AY)